Fîlmên kurdan dibin mêvanên 'IF Ýstanbul'ê
Cemil Oguz
Festîvala Fîlmên Serbixwe If Ýstanbul îsal 11'emîn car deriyên xwe ji bo mêvanên sînemayê vedike. Di IF Ýstanbulê de îsal jî gelek fîlmên kurdî hene.
11'emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî IF Ýstanbul îsal di navbera 16-26'ê reþemiyê de li dar dikeve. Festîval paþê di navbera 1-4 adarê de li Enqereyê, di navbera 2-4'ê adarê de jî li Îzmîrê derdikeve pêþberî temaþevanan.
IF Ýstanbul ku ji gelek welatan, gelek fîlmên cur bi cur radigihîne temaþevanên sînemayê, ev çend salên dawî ne fîlmên kurdan jî nîþan dide. Îsal jî gelek fîlmên kurdan di festîvalê de têne nîþandayîn. Beþa bi navê "Ev" (Mal) îsal ji bo fîlmên kurdan hatine veqetandin û di vir de hin fîlm û belgefîlm derdikevin pêþberî temaþevanan.
Fîlmên kurdan di "Mal"ê de ne
Ji ser çima navê "Mal" dîroktorên festîvalê wisa dibêjin: "Sê sal berê me fîlmên kurdan di bin beþa 'Pêþîlêvekirin' de nîþan dabûn. Sala dûre me navê 'Domkirina Pêþîlêvekirin' lê kir. Ji wê rojê heta niha tiþtê herî zêde tê nîqaþtkirin 'veger' e. Hinan dawetî 'vegera welat' kir, hin ji bo xwe biparêzin ev welat, mala xwe welatê xwe terk kirin. Gelekên ku nikarin vegerin hene. Lê mal girîng e. Ji ber vê yekê me navê vê beþê kir 'mal'."
Di vê beþê de Dîrektorê Festîvala Fîlmên Kurdan a Londonê Mustafa Gundogdu alîkariya amadekarên festîvalê kirine.
Di festîvalê de ji Tirkiye û ji welatên din ên dinyayê gelek fîlm û belgefîlmên balkêþ hene lê di vê nivîsê de emê balê bikiþînin ser fîlmên kurdî û yên kurdan.
Hin fîlmên kurdî
Vane hin fîlmên kurdan û hin ên bi kurdî ku di festîvalê de têne nîþandayîn:
Li ser þopa Bedîayê
Derhêner: Kudret Guneþ
Fransa - 2011 - 63 deqe, Tirkî, Fransizî
Bedîa ku gelek caran di girtîgehê de maye qala çîroka rojiyên mirinê ku bi mirinan bi encam bû dike.
Hemû dayikên min
Derhêner: Îbrahîm Sedî,
2009 - 60' deqe, bi kurdî
Li Kerkûkê ew birin civînekê û qet venegeriyan. 24 sal in winda ne lê di bin dîktatoriya Sedam de dîroka þîdet, êþ, þer ji bo kurdan kevntir e. Di vê belgefîlmî de bi çavê jinan þer û winda derdikevin pêþ ekranê.
Li Vir
DerHêner: Heco Çeko
2011 - 72 deqe, bi kurdî - îngilîzî
Musa û Dîngîl Huseyîn du heval in ku ev demek dirêj in li Îngilistanê dijîn. Piþtî ji wir tên qewirandin û wan diþînin Fransayê, ew bi awayê qaçaxî vedigerin Îngilistanê. Her çiqas dixwazin bi zewaceke sexte mafê rûniþtinê bi dest bixin jî rewþ li gorî daxwaza wan çênabe.
Gerîlayê Zarok
Derhêner: Zanyar Ademî
2011, 58deqe, bi swîsrî û kirdî
Travmaya þer bandorê li yên ku beþdarî þer bûne nake, bandorê li yên ku li dû wan tê dike. Li vê derê gerîla û kurê wî dikevin nav ezûmeneke giran. Derhêner Ademî dixwaze travmayên bavê xwe ku li baþûrê Kurdistanê gerîla bû derxe pêþ ekranê.
Peyarê
Derhêner: Binevþa Bêrîvan
2011, 17 deqe, bi kurdî
Fîlm çîroka penaberê kurd Memo ku li Brukselê, li qata herî jêrîn a li avahiyê tevî jin û zarokên xwe dijî nîþan dide. Ew li Belçîkayê ji bo dersînor neyê kirin li wê xaniya herî jêrîn de dijî û li kesên ku tên û diçin mêze dike.
Evcilik / Lîstikva Zewacê
Derhêner Elmas Bingol
2012, 56 deqe, tirkî - kurdî
Li Tirkiyeyê ji her du zewicandinê ku hatine kiri yek jê di temenê ku hê zarok tê hesibandin de tê kirin. Ji nav van ên ku her diçe întîxarê dikin zêde dibin.
Derhêner Bingol Elmas di vî fîlmê xwe de balê dikiþîne ser qelen, zewacên bi vî rengî û mijarên pêre eleqedar.
Saîrê Dêrsimî: Silo Qiz
Derhêner Bulent Boral
2011, 38 deqe, Kurdî
Di vî belgefîlmî de çîroka hostayê gotin û kemanê, çîroka Bilo Qiz tê ser ziman.
Hin kurtefîlm bi kurdî
Di beþa "IF Kisalar" (IF Kurte) de jî çend kurtefîlm û belgefîlmên kurdî têne nîþandayîn. Vane hin ji wan:
- Yuva / Hêlîn
2012, 52 deqe
Derhêner Ebubekir Çetinkaya
Hêlîn, bi gotineke din mal... Fikir ew e ku ev der cihê herî bi aram a malbatê lê li hin hêlînan tacîz û tecawiz jî hene ku belgefîlm qala vê yekê dike.
- Ali Ata Bak
Derhêner Orhan Ýnce
2012, 12 deqe
Ali demek dirêj e xalê xwe nedîtiye. Bi hatina xal a mala wan re sohbet dest pê dike, pêre jî çend peyvên ku zarokan bi wê mesûmbûna xwe hîn bûne rewþa trajîkomîk a pergala perwerdehiyê dertê holê.
- Bajar
2011, 15 deqe
Derhêner Ali Kemal Çinar
Derhêner kameraya xwe girtiye, li her derê bajêr digere û ji jiyana mirovan anekdotan pêþkêþ dike. Her tiþt asan xuya dike lê ji niþke ve bi teqîta dengê balafirê re êþ derdikevin holê.
- Toros Canavari
Derhêner Yavuz Firat
2011, 8 deqe
Di salên 1990'an de gelek kuþtinên kiryar nediyar çêbûn. Ew kesên hatin revandin û hatin kuþtin jî piranî bi erebeyê bi markeya "Toros"ê pêk hatin. Di kurtefîlmê "Toros Canavari" de derhêner balê dikiþîne ser wan salan.
- Xewna Yûsiv
Derhêner Ferit Karahan
2011, 14 deqe
Bêdengiya li hemberî bûyerên ku li der û dora me pêk tên rojekê dibe ku bibe sedema kabûseke ji bo mirov. Ji bo ku her kes jê sûde bigire fîlm vê yekê di þexsê Yûsiv de nîþan dide.
Bi þertê nîþandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîþandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.