Diyarname
Vê sibê kes an kesên nasname nediyar bi çek êrîşê avahiya DEM Partî ya Sultangazî kirine. Gule li camên avahiyê ketine û cam şikiyane.
Li gor agahiya ku Hevserokê Rêxistina Sultangazî Faruk Kaya dane MA'yê vê sibê li dor saet 05'an êrîş kirine. Dor deh guleyan li caman ketine û com qul kirine. Polîs hatine avahiyê û lêkolîn kirine, lê heta niha kes ji ber vê yekê nehatiye binçavkirin..