Diyarname - Anha*
Di roja 1'ê mehê êvarê de jî şer û pevçûnên li gundên Kobanî didomin. Li gor agahiyên ber êvarkî li eniyên rojhilat, başûr û rojava yên Kantona Kobanê pevçûnên di navbera şervanên YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê de li gelek cihan bi dijwarî dom dikin.
Li gorî agahiyên ku nûçegihanên ANHA’yê ji herêmên şer ragihandine, li gundên Alpelur û Seftikê yên dikevin eniya rojavayê Kobanê û li gundê Helincê û derdora çiyayê Miştenûr ên li rojhilatê Kobanê şer û pevçûn didomin.
Tangek hate rûxandin
Nûçegihanan diyar kirin ku di van pevçûnan de bi dehan çete hatine kuştin, lê agahiyên zelal nehatine bidestxistin. Di pevçûnên li gundê Helincê de jî tangek çeteyan hate rûxandin.
Sînem Mihemed: Pêwîstiya me ne bi nan û avê, bi çekan heye
Hevseroka Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê Sînem Mihemed çûn serdana greva birçîbûnê ya bi armanca protestokirina êrîşên çeteyên hov li bajarê Almanya Kolnê hatiye destpêkirin. Greva birçîbûnê ya ji aliyê Kurdistaniyên li Eyaleta Rena Bakur a Elmanyayê (NRW) dijîn û dostên wan, bi armanca piştgiriya bi berxwededana Kobanê re, di roja duyemîn dey. Hevseroka Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê Sînem Mihemed, hate serdana çalakgeran û spasiya wan kir.
Mihemed derbarê pêşketin û bûyerên li Kobanê de agahî da û wiha got: "Li Kobanê li dijî komkujiyan berxwedanek heye. Sedema ku heta niha Kobanê nehatiye dagirkirin, vîna berxwedanê ye. YPG û YPJ li Kobanê bi vîna mirov li ber xwe didin. Heta ev vîna mirovan hebe, Kobanê nakeve destê wan. Bila dilê xwe xweş nekin. Ez bi aşkerayî li vir dibêjim. Me li vir gelek hevdîtin pêk anîn. Me ji hêzên koalîsyonê çek xwestin, bi erênî nêzî vê daxwaza me bûn. Lê di pratîkê de tiştek nakin. DYA heta niha deverên 30 km ji Kobanê dûr in bombebaran dike. DAIŞ 4-5 km nêzî Kobanê ye. Lê wan çeperan bombebaran nake. Pêwîstiya me nan û avê tune ye, bi çekan heye."
Serokê Kantona Kobanî: Li hundir amadehiyên me hene
Serokê Kantona Kobanî Enwer Muslim ji bo Med Nûçe qala agahiyên dawî yên li Kobanî kir û got: "Pevçûnên gelek diwar rûdinin. Berxwedana YPG'ê gelek mezin e lê êrîş jî gelek mezin û dijwar in. Rêxistina wehşetê DAIŞ dixwaze bike Kobanî û komkujiyê pêk bîne. Em li Kobanî soza berxwedanê didin. Em soza têkbirina êrîşa wan didin.
Muslim ji hêzên navneteweyî xwest ku zêdetir mewziyên DAIŞ'ê bombebaran bikin û bang li hêzên kurdistanî, bang li Hikumeta Başûrê Kurdistanê, li kurdên rojhilat, başûr û bakur kir ku çalakiyên xwe bilindtir bikin.
Muslim di dawiyê de wisa got: "Çete dixwazin tola berxwedana me ya 17 rojan bigire û li hundir komkujiyê pêk bîne. Li hundir amadehiyên me hene. Hêzên YPG'ê bi canê xwe soza berxwedanê didin."
***
Ji 15'ê meha borî ve çeteyên DAIŞ'ê êrîşê Kobanî dikin. Di vê roja 17'an de pevçûna herî dijwar rû dide...
***
Tê gotin ku balafirên şer du fuze avêtine mewziyên çeteyan...
Li Kobanî her kesî çek girtiye, li ber xwe dide (ev agahî saet li dor 12'yê şevê lê hatiye barkirin)
*Ev nûçe êvara 1'ê mehê hatiye amadekirin û weşandin