Amed
Cemiyeta Rojnamegerê Başûrê Rojhilatê (Guneydogu Gazeteciler Cemiyeti - GGC) rêziknameya xwe ya ji bo xelata bi navê "Pêşbaziya Rojnamegerên Serkeftî yên Salê" ya ku her sal li dar dixe eşkere kir. GGC ku heta niha pêşbaziya xwe bi tirkî li dar dixist, yekem car beşa nûçeyên bi ziman û zaravayên cuda lê kir.
Di daxuyaniya nivîskî ya GGC’ê de mercên beşdarbûna Xelatên Rojnamegerên Serkeftî yên Salê hatin aşkerekirin.
Kesên bixwazin bi nûçeyên xwe dikarin heta 7’ê rezberê berhemên xwe ji cemiyetê re bişînin.
Rojnameger dikarin bi nûçeyên rojname, radiyo, tv, yên bi ziman û zaravayên cuda beşdar bibin.
Beşdar dikarin di beşa kurdî ya pêşbaziyê de bi nûçeyên nivîskî û bernameyên TV'yê beşdar bibin.