logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  4. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin
  5. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
news-details

'Kurdên li Almanyayê' yan 'Kurdên Almanyayê'?

Nivîskar Zekî Ozmen meseleya "Kurdên li Almanyayê" yan "Kurdên Almanyayê" girt dest û fikra xwe anî ziman.

  • Dîrok: 28/05/2016
  • Beş: Nûçe

YEKO ARDIL / BERLÎN

Rojnameger û nivîskar Zekî Ozmen li paytexta Almanya Berlînê di semîreke bi navê "Kurdên Almanyayê" de diyar kir ku li Almanya ji çar parçeyên Kurdistanê û wisa jî ji welatên wekî Sovyeta Berê bi giştî milyon û nîv kurd hene di çarçoveya statîskên fermî yên bi dest ketine de.

Ozmen ku xwediyê pirtûka lêkolînî ya li ser "Kurdên Almanyayê"* ye, li paytext Berlînê bû mêvanê Civata Rewşenbîrên Azad Yên Li Berlînê. 

Ne Kurdên li Almanyayê yên Almanyayê

Ozmen di destpêkê de du pênase ji hev veqedandin û got: “Ez ne li gel pênaseya “Kurdên li Almanyayê” me, ya rastî divê “Kurdên Almanyayê” be, ji ber ku her çiqas kurdên li vir dijîn xwediyê quble û evîna Kurdistanê jî bin, ew êdî aîdê Almanyayê ne. 

Ji Karl May heta îro

Ozmen dîroka hatina kurdan a Almanyayê jî wiha rave kir: “Di dîroka Almanya de navê kurdan cara yekê bi pirtûka Karl May a bi navê 'Durch Wilde Kurdistan' ve hatiye qeydkirin. Alman wekî nav kurd û Kurdistan bihîstibûn lê ji aliyê erdnîgarî û siyasî ve zanîna wan nebû. Ji ber ku ev pirtûk di dibistanên ciwanan de dihate xwendin, almana/ê ev pirtûk nexwendibe nîn e. Her çiqas dîroka kurdên li Almanyayê bi hatina karkerên mêvan ve bê girêdan jî di rastiyê de ev xwe digîhîne serdema împaratoriyên Osmanî û Farisan. Ew jî yên dîplomat û zarokên halxweş yên kurd dihatin Almanyayê dixwendin û vedigeriyan. Wekî mînak di dema Evdilhemîdê Duyem de serbalyozê Berlînê Seîd Paşa, kurd bû, zarokên wî jî li vir xwendin. Fuat Paşa dûre sala 1918'an bû cîgirê serokê Kurd Tealî Cemîyetî. Piştre Celadet û Kamûran ango birayên Bedirxanî sala 1922'yan tên Mûnîxê. Celadet piştî xwendina xwe vedigere Rojhilata Navîn lê Kamuran li vir dimîne.

Xwendekarên Kurd

Sala 1956'an li Wiesbadenê 17 xwendekarên kurd Komelaya Xwendekarên Kurd ava dikin. Piştre kesên navdar yên wekî Îsmet Şerîf Wanlî, Îbrahîm Ehmed, Kemal Fuad, Cemal Nebes jî di nav de cih digirin. Ev sazî bi Almanya re jî bi sînor namîne, li gelek deverên Ewropayê belav dibe. Di serdema ji hev cudabûna PDK û YNK'ê de ew jî parçe dibin. Lê heta serdema Şerê Kendavê jî dewam dike, piştre jî bala kurdan bi giştî vedigere ser tevgera Bakur, ji ber ku ew bêhtir çalak bûn. Sala 1992'yan Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) hat avakirin û ev niha jî berdewam e. 

Karkerên mêvan

Piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn di sala 1961'ê de ji Tirkiyeyê karker hatin. Heta 1973'yan hejmara wan gihîşt 605 hezarî, wisa jî tê texmînkirin ku ji sedî 40 ji wan kurd in. Lê mixabin li ser vê mijarê tu daneyên zanyarî nîn in. Li gorî bajarên wan ev serjimare dihat kirin. Ev kes jî ji hizra neteweyî dûr; di mal de bi kurdî dijiyan, xwarin, vexwarin û çanda wan kurdî bû, lê li derve digotin: Em tirk in. Piştî pêla penaberên siyasî ev pêvajo hêdî hêdî diguhere. Êdî li derve jî dibêjin: 'Ez kurd im' û parastina nasnameya neteweyî tê kirin. Divê mirov rastiya karkerên mêvan jî bi tenê bi aboriyê ve girê nede. Sedemên siyasî û aborî di nav hev de ne; siyaseta dewleta Tirk a jicihkirinê her li dar bûye. 


Pêla penaberan

Piştî Cuntaya 12 ê Rezberê hatina penaberên siyasî zêde bû û ev bi Raperîna 15'ê Tebaxê ya PKK'ê ve ku piştre dewletê teroreke zalimane pêk anî, koça kurdan jî her çû zêdetir bû. Piştî şoreşa Îslamî ji Îranê, wisa jî Enfal, Helebçe û Şerê Kendavê, dûre jî Şerê Birakujiyê bûn sedem ku gelek kurd koçber bibin. Niha jî serdema terora DAÎŞ'ê û şerê li Bakur dibe sedem ku ji Rojava, Başûr û Bakur jî gelek kes berê xwe bidin Ewropa û bi taybetî jî Almanyayê. 

Nexşeya Kurdên Almanya

Xaleke balkêş ya koçberên kurd jî ev e ku kurdan li vir jî li gorî bajar, herêm ango malbatî xwe sazkar kirine, li hev kom bûne. Li Bremenê kurdên ji Nêsîbînê, Çewlik û Dêrsimê, li Berlînê Xinis, Varto, Mûş, Meraş û Dêrsimê wisa jî yên başûrî li hev kom bûne. Li Bonnê Efrînî gelek in. Mirov dikare bibêje li Almanyayê nexşeya kurdan li gorî herêman diyar e. Lê li aliyê din jî ji ber enregrasyonê û rewşa aborî ev keleh jî hêdî hêdî belav dibin. Li ku karekî baştir hebe an jî xanî mal kirinê ev diguhere û kurd jî li vir mayînde dibin.”

Derfet baş nayên bikaranîn

Ozmen her wisa diyar kir ku di serdemekê de Almanya bi fermî biryar dabû ku alîkariyê nede saziyên kurd û ermeniyan, lewre fikara wan a nerazîbûna dewleta Tirk hebû. Dûre ev rewş di encama têkoşîna kurdan de guherî niha gelek derfet hene, wekî mînak kurdî li dibistanan serbest e, alîkarî jî tê kirin, lê mixabin pêwendiya kurdan mirov dikare bibêje nîn e. 

Ji Yenî Ozgur Polîtîka hatiye girtin 

 

***

Têbiniya Diyarnameyê: Pirtûk di sala 2010'an de li Amedê ji aliyê Weşanên Ronahî ve hat weşandin. Ozmen bi berfirehî li ser dîroka kurdên li Almanyayê ji her awayî ve mesele girtiye dest. Ozmen ku hê jî li Almanyayê dijî hem di Diyarnameyê de quncikê xwe dinivîse, hem xebatên xwe yên lêkolînî jî didomîne.
Sernavê nivîsê me guhartiye.

Kesên di fotoyê de (Ji milê çepê ve): Muhsîn Osman, Zekî Ozmen, Kurmanc Herkî 


Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 28 10 2026

Ev jî çêbû: Tîma Lîga 4'emîn tîma mezin Arsenal têk bir

news
  • 28 10 2026

Xwendekarên Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanî biryara wezaretê red kirin

news
  • 27 10 2026

Der barê Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanî de biryarên nû

news
  • 26 10 2026

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

news
  • 26 10 2026

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

news
  • 26 10 2026

6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Tu kesî tembiya evînê li me nekir

ad

Rêxistinbûna Komeleya Nivîskaran û çend pêşniyar

ad

Tîm teslîmê Zidane kerd

ad

'The Simssons' dê heta 2023'yan didome

ad

'Govenda Alî û Zîn' li sînemayan e

ad

Gel bi ser ket: Mazbata didin Abdullah Zeydan

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026
news

Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin

  • 27 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname