Diyarname
Mîlîsên Heşdî Şabî yên Iraqê ji duh de ketine nava qada petrolê ya li herêma Germiyana Silêmaniyeyê. Hat gotin ku bi sedan erebe ketine herêma petrolê.
Li ser vê çend agahî:
- Ev herêma petrolê peymana vir bi Mîrektiya Yekîtiya Ereban re heye. Ew petrolê derdixin,
- Rûdawê gotiye, rayedarekî Heşdî Şabî gotiye peymana wan ligel Mîrektiye heye, wan hêzên xwe şandine.
- Li gor heman nûçeyê, ligel Bafil Talabanî hevdîtin çêkirine û bi vi awayî ew li herêmê ne û gotiye, "Emê 3 rojan li herêmê bin, li hemberî DAIŞ'ê emê operasyonê li dar bixin.
- Li gor hin çavkaniya Rêveberiya Herêma Kurdistanê xwestiye Bexda hêzên ji paş ve bikişîne.
- Hin çavkanî dibêjin, ew bi paş ve vekişiyan, lê hin dibêjin hê xirecir didome.
- Tê gotin ku konvoyeke pêşmergeyan jî ber bi herêmê ve ketiye rê.
- Li aliyê din, rayedarekî ji YNK'ê ji bo çapemeniya wan Pukmediyê gotiye, "Hatina hêzên Heşdi Şebî bo deverê nayê qebûl kirin û bi hîç şêwa em nahêlin ku ev hêz li vir bimînin."
AGAHIYA NÛ
Li gor agahiya nû Fermandarê Lîwaya 5'an a Pêşmergeyan Kawe Xerîb gotiye, Heşdî Şebî bi temamî ji Germiyanê vekişiyaye. Niha rewş aram e.


