Diyarname
Dema lîstikvaneke navdar zarok tîne em nûçeya wê çêdikin, dema derhênerekî navdar bibe bav em çima nûçeyê çênekin. Vê carê mijara me derhênerekî ye ku keç ek wî dê çêbe ye. Va ye ew nûçe:
Derhênerê navdar Cameron Crowe di 67 saliya xwe de cara sisêyan wê bibe bav.
Crowe ê senarîst û derhêner bi fîlmên xwe yên wekî "Almost Famous", "Vanilla Sky", "Elizabethtown" tê zanîn. Wî xelata Oscarê jî girtiye.
Heta niha du heb kurên wî hebûn ku ji Nancy Wilson bûn. Ew ligel Nancy Wilson di navbera salên 1986-2010'an de zewicandî bû. Crowe ev demeke ligel Anais Smith dijî û wê niha zarokek wan çêbibe.
Li gor nûçeya kovara People Anais Smith bi ser tora civakî re agahî belav kiriye ku keçeke wan çêdibe û mizgînî li hezkiriyên xwe belav kiriye.


