Diyarname
Spanya û Hollanda ji bo Kûpaya Cîhanê di fînalê de derketin pêşberî hev. Gayan Porteqal xwarin û navê xwe li dîrokê kirin: 1-0
Hollanda di sala 1974 û 1978'an de du caran derket fînalê lê bi ser neket. Ev cara sêyemîn bû û gotina kurdan a "qewlê mêran sê caran e" jî fêde neda û di cara sisêyan de jî têk çû.
Spanya yekem car derket fînalê û di yekemîniyê de bû yekemîn û bi ser ket.
Li stada Soccer City a li Johannesburgê 84 hezar û 490 kes ji bo vê maça bi heyecan amade bû. Maç bi heyecaneke mezin dest pê kir. Hê di deqîqeya 5'an de Spanyaye pozîsyoneke ji bo golê bi dest xist, Ramos bi serê xwe xweş lê da lê kelevan Stekelenburg destûr neda golê.
Beramberî hev her du tîman jî pozîsyonên ji bo golan bi dest xistin lê kesî nekarî golek bavêje û nîveka yekemîn bi 0-0'ê bi dawî bû.
Di maça ku bi dehan qertên zer hatin nîşandayîn de, di 90 deqîqeyekê de jî gol nehat avêtin û maç derbasî 30 deqîqeyên dem dirêj bû.
Di deqîqeya 109'an de Heitinga lîstikvanê Spanyayê Iniesta ku ber bi golavêtinê ve diçû li erdê xist û ji ber qerta zer a duyemîn qerta sor girt û ji maçê hat avêtin.
Û gol: Di deqîqeya 116'an de lîstikvane Barselonayê, lîstikvanê navdar ê Spanyayê Iniesta careke dir derket ser dikê, gol avêt û Spanyaye bi vê golê Kûpaya Cihanê ya 2010'an bir mala xwe.
Tûrnuvaya Kûpaya Cîhanê ya 2010'an a li Afrîkaya Başûr hate lîstin ji bo Spanyaye bi oxir bû û Spanyayê yekem car Kûpaya Cîhanê bi dest xist.
Wekî notên dawî: Iniesta ku gol avêt di hema demê de wekî lîstikvanê herî serketî yê maçê hat hilbijartin.
Teknîk Dîrektorê Spanyayê Del Bosque ku dema teknîk dîrektorê Real Madrîdê bû tîma wî bûbû Şampiyonê Şampiyonan, vê carê tîma xwe kir yekemînê dinyayê.
Kunye
STAD: Soccer City (Johannesburg)
HAKÊM: Howard Webb, Daren Cann, Michael Mullarkey (Îngilistan)
HOLLANDA: Stekelenburg, Van Der Wiel, Heitinga, Mathijsen, Van Bronckorst (dq. 105 Braafheid), Van Bommel, Kuyt (dq. 71 Elia), De Jong (dq. 99 Van der Vaart), Van Persie, Sneijder Robben
SPANYA: Casillas, Pique, Puyol, Sergio Ramos, Iniesta, Xavi, Sergio, Capdevilla, Xabi Alonso (dq. 87 Fabregas), David Villa (dq. 106 Torres), Pedro (dq. 60 Jesus Navas)
**
Nûçeyên têkildar: