Diyarname
Li ser jiyana stranbêj Dîlber Ay bi navê "Dilberay" fîlmekî hat kişandin û niha dema vîzyona wê jî hat eşkere kirin.
Li gor daxuyaniya hatiye belavkirin fîlm 4'ê reşemiya 2022'yan dê bikeve vîzyonê. Fîlmê ku derhêneriya wî Kethce (Hakan Kirvavaç) dê bike; senaryoya wî ji aliyê Nalan Merter Savaş û Kamuran Suner ve hatiye nivîsîn.
Rola Dîlber Ay lîstikvan Buşra Pekin girtiye ser milên xwe. Wekî din Ayberk Pekcan, Nursel Kose, Zeliha Kendirci, Deniz Hamzaoglu û Selen Uçar têde dilîzin.
Dîlbear Ay di sala 1956'an de li Pazarcixa Mereşê hatiye dinê. Ji eşîra Qureyşan e, kurd e. Heta pola sisêyan li wir dixwîne û paşê ligel malbata xwe koçî Enqereyê dike û ji wir jî diçin Duzceyê. Dîlbear Ay bi tirkî stran çêkirin û strîn. Wekî muzîkarekî hat nasîn, gelek album derxistin lê di heman demê de gelek êş kişandin. Dîlberay ku xwedî jiyaneke biêş bû, di sala 2019'an de mir.