Diyarname
Berî niha serokên hin bajarên bajarên kurdan hatibûn hilibjartin dawiya vê hefteyê li 5 bajarên din jî serok hatin hilbijartin û rêveberiyên nû dest bi kar kirin.
Di têkoşîna mafên mirovan de cihê baroyan girîng e, li bajarên kurdan ev yek hinek din li pêş e. Vê dawiya hefteyê li bajarên wekî Batman, Culemêrg, Entab, Culemêrg û Sêrtê baroyan hilbijartin li dar xistin û serok û rêveberiyên xwe hilbijartin.
BATMAN
Li Batmanê 17’emîn kongreya baroyê li dar ket. Serokê heyî Erkan Şenes û Ferhat Ozdemîr ji bo serokatî di hilbijartinê de bûn, Erkan Şenses carek din ji bo serokatî hat hilbijartin.
ENTAB
Li Endabê baroyê 46’emîn lijneya giştî li dar xist. hezar hu 864 parêzerî deng da û Îskender Kahraman bi 876 dengan bi ser ket. Sibel Gursel 661, Erkuş Riza 265 deng girtin.
CULEMÊRG
Li Culemêrgê 10’emîn kongreya baroyê lidar ket. 142 parêzerî deng bikar anîn. Ergunan Canan ji bo serokatiya baroyê hat hilbijartin.
AGIRÎ
Li Agirî 23’yemîn kongreya baroyê li dar ket. Serdar Gunakin û Sedat Karaoglun ji bo serokatî berendam bûn. Serdar Gunakin bi 142 dengî hat hilbijartin. Sedat Karaoglanî 75 deng girtin.
SÊRT
Li Sêrtê 23’yemîn kongreya baroyê hebû. Parêzer Muhammed Alptekin ji bo serokatiya bajarê hat hilbijartin.
***
Nûçeya Eleqedar:
- Serokên Baroyên bajarên kurdan hatin hilbijartin