Hevşaredarê Culemêrgê Mehmet Siddik Akiş vê sibê li Wanê hat binçavkirin; sedema binçavkirinê hê nayê zanîn.
DEM Partî bi ser hesabê xwe yê tora civakî re binçavkirin ragihand û bang li gel kir ku "li hemberî vê derbeyê helwestê bigire."
Li aliyê din duh bi şev polîsan dor li avahiya şaredariyê girtine û vê sibê jî derî şikandine û ketine avahiyê; bang li hemu midûrên beşên şaredariyê kirine..
WALÎTÎ BIRYARA QEDEXEYA ÇALAKIYAN DA
Piştî binçavkirinê Hevşaredarê Culemêrgê Akişî, vê sibê Walîtiya Culemêrgê bi daxuyaniyek ji bo 10 rojan biryara qedexekirina çalakiyan li hemû Culemêrgê da. Walîtî got ku ji 3'ê mehê saet 08'an heta 12'yê mehê saet 23.59'an hemû meş, civînên derve û yên li hundir, daxuyaniyên çapemeniyê, çalakiyên rûniştinê, belavkirina broşur û îlanan qedexe ye.
BAKIRHAN: EM HANÊLIN KES DEST BIDE VÎNA GEL
Hevserakê DEM Partî Tuncer Bakirhan peyamek belav kir û got: “AKP-MHP ku îradeya gel tune dihesibîne, bi rêya daraza di bin fermana xwe de û bi destê polîsan, bi awayekî derhiqûqî serî li binçavkirina nûnerên rewa yên gel û demokrasiyê dan. Binçavkirina hevşaredarê me yê Culemêrgê derhiqûqtiyeke tarî û qirêjî ye. Em vê zîhniyeta darbekar, qeyûmparêz û dijminên sondxwarî yên gelê kurd red dikin. Em ê bi tu awayî îradeya xwe nedin xespkirin. Em dibêjin êdî bes e. Divê tavilê dev ji sepanên derhiqûqî yên zirarê didin pêşeroja demokratîk a Tirkiyeyê berdin. Di serî de gelê me, banga me li tevahiya derdorên demokratîk, şoreşger û aştîxwazan ew e ku li dijî vê xespkirina gel li cem xelkê Colemêrgê cih bigirin û berteka xwe nîşan bidin.”

Hevşaredar Mehmet Siddik Akiş li Wanê hat binçavkirin, sedema binçavkirinê hê nayê zanîn.


