Diyarname
Kampanyaya Amblem Çapemeniya (PEC) li ser rojnamegerên ku di sala 2014'an de hatine kuştin raporek eşkere kir. Li gor raporê di sala 2014'an de 138 rojnameger hatine kuştin.
PEC (Press Emblem Campaign) saziyeke sivîl e ku li cem Neteweyên Yekbûyî di statuya şêwirmendiya taybet de ye. PEC navenda wê li Cenevreyê ye. Ew her sal raporê amade dike, rapora xwe ya dawî 15'ê meha borî weşand. Heta wê demê li 32 welatan 128 rojnameger hatibûn kuştin. Saziyê paşê rapora xwe nû kir.
Rapor radigihîne ku tenê di navbera 15'ê mehê heta sersalê li Honduras, Berîzlya, Komara Kongoya Demokratîk û Afganistanê 4 rojnameger hatine kuştin.
PEC'ê daneyên Federasyona Rojnamegerên Navneteweyî (IFJ) û Komîteya Parastina Rojnamegeran a Navneteweyî yên li ser rojnamegerên ku li Sûriyê hatine kuştin dane ber hev û diyar kiriye ku li Sûriyeya ku ev nêzî 4 salan e şerê navxweyî heye 19 rojnameger lê hatine kuştin.
Li gor raporê li Rojhilata Navîn 52, li Asya 32, li Amerîkaya Latîn 29, li Afrîkaya Binsehrayê 15 û li Ewropayê jî 10 rojnameger hatine kuştin.