QAMÎÅžLO
Li Sûriyê komek nivîskarên kurd ji bo 26'emîn salvegera wefata helbestvanê kurd Cegerxwîn çûn ser gora wî ya QamiÅŸloyê û ew bibîr anîn.
Di nav koma ku çû ser gora Cegerxwîn kesên wekî Konê ReÅŸ, DerwêÅŸê Xalib û Salihê Silo hebûn. Nivîskar Salihê Silo helbestên Cegerxwîn xwendin, Konê ReÅŸ jî axaftineke kir û wisa got: "Bi rastî gora Cegerxwîn bûye sembola QamiÅŸloyê. Ji çarhawîr ve, kurdperwerên ji bo serdan gora Cegerxwîn têne QamiÅŸlo, serdana gora Cegerxwîn dikin, kulîlkan li ser datînin ser gora wî. Kurdperwerên tên li ser gora seyda deqeyekê bêdeng bi gotinên helbestên wî re diponijin."
Koma nivîskaran piÅŸtî serdana gorista Cegerxwîn çûn Gundê Qere Qoyê ya QamiÅŸloyê û konê sersaxiyê yê nivîskarê kurd mamoste Îsmaîl Omerê di 22ê kanûnê de çûye ser dilovaniya xwe. Nivîskar Salihê Silo li vir jî bo bibîranîna Cegerxwîn û Mamoste Omer, çend peyt û çarînên helbestên Cegerxwîn xwend.
Ji DÎHA'yê hatiye girtin