Cano Şakir
Raphael Butti li ser Mihemed Emîn Zekî gotiye “Ew mirovek e ku peyvên wî pirr kin û kêm bûn û nivîs û karên wî pirrjimar zêde bûn.”
Navê wî Mihemed Emîn Zeki kurê Abdul Rehman kurê Mehmûd e. Ew sala 1880'yî li Silêmaniyê hatiye dinê. Bavê wî karsazek bû ku bazirganiya titûnê dikir. Destpêkê wî li Kataeb digel Mela Ezîz Zalzalî li Silêmanî xwend, li wir jî wî xwendina Quranê qedand. Sala 1892'yan ew ket dibistana Raşîdiye ya li Silêmaniyê. Sala 1897'yan ew ket dibistana leşkerî li Bexdayê.
Sala 1899´yan ew çû Stenbolê û li dibistana leşkerî xwend û sala 1902´yan de ji pola duyemîn wî karê polês qedand. Heman salê li beşa şeşan a arteşa Osmanî li Bexdayê wek efser hate perwerdekirin. Sala 1908´an, ew wek endamê Komîteya Nexşeyan li Stenbolê hate hilbijartin. Sala 1910´an ew bû endamê demarkirina sînorê Osmanî-Bulxeristanê.
Sala 1912´an ew beşdarî xebatên Balkanê bû û wek endam di demarkirina sînorê Osmanî-Rûsî de hate tayînkirin. Sala 1913´an, ew bi mîsyoneke fermî çû Fransa û li wir bi qasî salekê ma.
Piştî hilweşîna Împeratoriya Osmanî, ew vedigere Bexdayê û li dibistana Leşkerî ya li Bexdayê bû mamoste. Her weha çend caran wek wezîr û li wir pêşwaziya sekreterê wezareta parastina Iraqê dikir.
Ew ji bajarê Silêmaniyê wek parlamenterê Iraqê hat hilbijartin. Bi gelemperî di rojnameyên bi Tirkî de nivîsên hatibûn weşandin.
Pirtûkên wî bi Tirkî û Kurdî hene, û di nav pirtûkên wî yên Kurdî de ev ên li jêr hene:
Kurte dîroka Kurd û Kurdistanê. Sala 1931´ê derçûye.
Dîroka Silêmaniyê. 1939´an derçûye.
Kurdên navdar
Dîroka Îmaratên Kurd
Mihemed Emîn Zekî weke dîrokzanekî weke yekem kes di serdema nûjen de tê naskirin ku bi zanistî hewl dabû ku dîroka gelê Kurd bixwîne û şîrove bike.
Di 15ê Adarê sala 1931´ê de, wî pirtûka xwe ya navdar “Kurtedîroka Dîroka Kurd û Kurdistanê” çap kir, ku ji hêla gelek lêkolînvanan ve weke duyemîn pirtûka herî girîng a li ser dîroka Kurdan piştî Şerefnameya (1597) Şerefxan Bedlîsî tê qebûlkirin. Mihemed Emîn Zekî bi xwe dibêje, hestên wî yên neteweyî piştî hilweşîna Împeratoriya Osmanî zêde bûne.
Haya wî ji dîrok û nivîsên kesên ku bi wê demê re têkildar bûne hebû. Piştî ku der heqê koka Kurdan de ji Serokên eşîr û êlên Kurdan û zanyarên olî yên Kurd pirsî, ew biryarê dide ku dest bi kampanyaya danasîna xebatên xwe bike.
Mihemed Emîn Zekî li pirtûkxaneyên Stenbol, Elmanya û Fransayê lêkolîn kirin û di dema projeya xwe ya dijwar de ji bo lêgerîna dîroka Kurdan, ew çû gelek muze û pirtûkxaneyan. Û ji bilî van destnivîsan, wî beşek ji xebata orientalîstê navdar ê Rûs Vladimir Minorsky ên li ser Kurdan wergerandin.
Piştî çend salan ji xwendinê, dîrokzan Mihemed Emîn Zekî gihîştiye teoriya xwe ya li ser resenî û orîjînaliya Kurdan û welatê wan Kurdistanê.
Wî sala 1948´an wefat kiriye.
24.12.2019, Yenî Ozgur Polîtîka