Ar-da Janxwar Rê û rêbaz, pir delal e, pir hêja ye, pir dewlemend e. Kêfa min pir jê’r hate. Û mijara romanê jî gelek fireh e. Mirov dikare çend heban bêje -bişaftin -tengezariya hesûdiya civakê -birdozî ya ji nasnameyê tê -pirsgirêkên nêrîtên pirhêlî -zilma komarê -nivîskar û mijar -reenqarnasyon -….. hwd Her niviskar û pirtûka wî/wê, li gor mijara romanê, mînak daye. Ev pirxweşh bû. Lê gelek car bi kar aniye. Ev jî mirov ji xwendina romanê carna sar dike. Li hîn cîhan pir fermî maye. (belbî jî atmosfera şer, kuştin, tevgera polîtîk, kuştinên nediyar, bîrên asîdê yên windakirina kurd, û hwd ) Ji helbesta gundê “eleqeyê” perçe perçe daye. Bi reşniviskî hatiye şanîkirin. Carna lê zêde bûye. Û di metnê dê bê eleqe maye. Tûrê şêwazê, pir cur bi cur hatiye dagirtin. Vê dagirtinê barê romanê giran kiriye. Têkûzbûn li romanê çênekiriye. Girantir kiriye. Pir zêde şêwaz tê de hene. Çi dîtiye xistiye nava şêvaza romanê. Ev jî mijara romanê winda dike û serê meriv tevlî hev dike. Gava min, roman xwend, bêtir fedî ya “Utanç”ya / J. M. Coetzee” anî bîra min. Li wê delavê em birin û anîn gava ku Selman di zanîngehê de lêkolîner bû. Mekanê Romanê an dika nivisê, li bajarê Hatay û Cizîra Botan derbas dibe. Carna li Stenbol û rojava ye. Serlehegên me yê resen “Sînemxan”, “Selman” û yên din jî ji kura kuştin an şewitandina welatekî de an jî di gundekî şewitandî de an ji kuştina “ne”diyar de maye ku “nivîskar” ew bi “alî’v” ku de bir. Em jî li wê dere birin, em anîn!. Xwest ku em tim bi bîr bixîn, em ji bîr nekin bi rêya “reenkarnasyon” bi bîr xistiye. Yek jî jê ji wan bîrxistinan “Memdûh” (serlehengê Mehmet Uzun e) yên din “Elî”yên elewî an hêmaya ku Hz.Elî tîne bîra me ye. Û yên qerase “Yaqob Tilermenî”, “Niviskêr” e (dubendiyek din, nivîskar di romana xwe de tam biryar nedaye gelo ez lehengên “Nivîskêr”, ya jî “Yaqob Tilermenî” bikar bînim. Bi ya min lehengên “Nivîskêr” di serî de bi kar bianiya wê xweştir ba "Ma navê pirtûka te “Hêlanga ye” bi ser navên te de hatiye weşandin. Êdî çi hewce dike tu navê xwe dîsa di pirtûka xwe de wekî lehengekî hilde û pesnê pirtûkên xwe yên din bidî. Bihêle bila xwînêr, pesnê pirtûkên te bide) Li gor min, serlehegên bi rih ên herî serkeftî û balkêş Memdûh û Elî ne. Ya din jî Sînemxan ”qîza Mîr Bedirxan” e. Hêmayeke gelek delal e. Lê di destê feodalê Selman de, tu qedr û qîmetê wê, nema ye. Di nav fermîtiya wî û zagonên wî de hatiye hebakirin. (tu ferqiya Selman û Bavê wê, nemabû) Sînemxan, lehengekî dîrokî ye. Ew jî bi xwe di beşa dîrokê de mamoste ye û nasbûna wê û Selman, li Stebolê, li zanigehê dest pê kiriye. Paşê bi hev re zewicîne. Bi qasî pênc salan zewaca wan dom kiriye. Sînemxan, malbata wê, kurdewar e. Lê qîza wan hay ji wê, tune ye “bavê wê, wekî gotibe; bila ne di min de be bila di hevalên min de be” hew ji xwe re kurd in, em dev ji kurdayetiyê berdin qîza xwe bi kurdûnê jî nehesandine. Kurdbûna malbata wê ”mezeya“ wan e-a axaftinê, a pev şabûnê, a têrbûna serxweşiya zikê meciyê wan e. Û heta ji destên wan hatiye jê dûr xistine. Ev navê ku bi xwe hêma yek e delal e. Vê heq dike gelo? Malbetek wisa û Sînemxan, gelo tê çi jê hêvî bike. "mîh bi nigê xwe, bizin bi nigê xwe” oxweşhhh çi xweş. Lê em ji pesindariya ‘Nivîskêr, xelas nabin- Yaqob Tilermenî’ jî ji bîr mekin. Yên xwe bi darê zorê di nava romanê de radikir ku bi darê zorê –divê me bizaniba Yaqob vaye li vir e û wekî ji me re bibêje; huş bin haya min ji we heye û bibêje; Çavên min li ser we ye. Ev eybeke û gosirmeteke ku meriv di nava pirtûka xwe de, xwe bide axaftin û haya xwîneran ji xwe çêbike ku bibêje (vay min van pirtûkan jî weşandiye hûn ji bîr nekin). Gelo qey te navek nedît bi qasî xwe hêja- çima tu? Te çima lehengê “Nivîskêr” bi kêr neanî ma qey têra te nedikir gelo? Nivîskêr-wer xuya ye “Nivîskêr” têra xurandina “xura” canê xwe, nekir? Çend dubendiyên û pirsgirêkên romanê: Rp.105 "Sînemxan li qiraxa çem xortekî navsare dibîne û dehere pê re rûdine. Û vê dibêj e; Ava di cihoka min de miskarê li pêşiya xwe teqandibû ez êdî nehatima zeftkirin" Pirs: Sînemxanê, em baş nas nakin em, dizanin jina “Selman e” û pênc sal e bi hev re ye û pevre zanko xwendine. Gelo ”Sînemxan” çend heb hevalên wê hebûn?Û çend ceribandinên wê, yên nav jiyanê hebûn? Nivîskarê me, di meciyê xwe de ev qedandiye. Lê di nava romanê de nemehandiye. Ev têkîlî xav maye. Gelo hema ji nişke ve însanek karibe here henda yekî û bibêje ez dixwazim li axaftina te guhdar bikim? (Lehenga Jin, ma ew qas ne erzan e?) Ma qîmeta wê ew qas e û here xwe, bispêre mêrekî, -hin tu tişt bi hev re xweşikî nejiyaye- hev nas nakin, ma ew der Ewropaye gelo? Liv û tevgerê wê, Ewropî ye) Kî ye Elî? Der heqê wî de em tiştekî nizanin. Nivîskar wê bi tenê dihêle û dibe dixe hembêza mêrekî. Ka jiyana wê, ka ceribandinên wê, ka tecrubeya wê ya jiyanê? Vikîvala li hewa dimîne di nava romanê de. Û mêr "Elî" kakilê di gûzekê de dixuye. Çima mêr kakilê gûzê ye? Ev ne terefbûn e lê çi ye? Nivîskêr, bi alî zilêm digire wî xurt nîşan dide. Jinê jî lawaz dide xuyakirin û nikare bibe tekakesekî ji xwe re (gelo çima? li gor ya min; ew kesekî adaniye afrîner e- ji vê şûnde ji takekesitiye xwe derdikeve-) Rp109. Derheqê ”Elî“ de jinika me zû qanih dibe. Û dibêje derbarê jinê de ez serwext kirim. Kêfxweşî li rûyên min da der. Ka der heqê jinê de gotiye çi Elî: "- Şeytan weke Eyşika Ereb.(biwêj) - Şeytan ji gunehên mirovan, Jin jî ji şeytên(baweriyên olî ) - Ez, jî hebûna şeytên bawer nakim. - Şeytan, xerabiya mirov bi xwe ye. Ka fikrên wî yên derheqê jinan de? Min tişt nedît." Gelo çima Sînemxan zû qanih kir? Ji ber çi hûn dizanin gelo? Wextê Selman û Sînemxan bi hev re bûn, Sînemxanê dawa gedakî ji Selman dikir. Selman jî reda wê, daye. Ew bi Elî re zûzûka da naskirin û ew daxwaza Sînemxanê bi destê Elî anî cî, ew bi gedeyekî terbiye kir –li gor min-) Lehengên mêr: xurt, jêhatî, bi tebat, aram, xwedî bawerî, xuya dikin. Lehengên Jin: bê teqet lawaz, hew li gor hest û kevanatiya xwe, zû hestiyar dibe, xuya kiriye. Jina reben ji do de amada ye ku bi “Elî" re herin qehweyeke tahl vexwin. Radeya pesinandinê diherike lûtkeyê. Nivîskêr Û nivîskar “Yaqob Tilermenî” ji ba “Heydo Kerîm“ ji Mêrsînê hatiye Hatayê. Xwe, bi Sînemxan dide naskirin û dibêje; ez Yaqob Tilermenî çîrok romanên kurdî dinivîsim rp.155 Rp.191 Nivîskarê me dîsa li ser dikê ye. ”Yaqob Tilermenî“ li ser romanê dixebite û di noqteyek polîsan li Cizîrê tê li ba Sînemxanê û li wir dibêje; ez wê, nasdikim lê xwedî derdikeve jîrbûna xwe dide pêş kawikbûna jinê dide der- mêrtîya feodal an qelsbûna jinê ya ji –nêrbûna xwediyê erkê-li wir dîsa dide der. "Ez xeleka kor a di nav wêneyekî de tevlî hev de bûm....."rp 194 Xeleka kor an qedera jinê ye gelo? Ew Xeleka di meciyê mêr de ye ew girêka kor ya serdestiya mêr e, erka Selman e an Nivîskêr e, an Yaqob Tilermenî ye? Bi gotina jinê (Sînemxanê), di der heqê serdestiya mêr; vê dibêje rp:196."Ez fena lehengeke îdealîzekirî ya nivîskarek palpişta wan bîrdoz, bûm." Jin kêzike bê dûv bû. Dişewitî û diheliya û gerek bêhna dûvê xwe bida dora hilêriya mêran? Nivîskêr der heqê nivîskaran de RP.210 Sînemxan vê dibêje ji bo nivîskêr edebiyata bê siyaset girara bê rûn a rijî ye. (Ev çi dubendiye yahû!!!! Ka te got mêr min îdealîze dike û pişta xwe daye bîrdozan îja ev çi bûn? jina reben ber destê “Yaqob tilermenî“ nake der. Rê li ber şaş bûye. ”Wekî şixulê Dêrikiyan got e; yabo her der li ca we re bûye teşt” “Yaqob Tilermenî“ dîsa derdikeve piyasê. Û berê Sînemxanê dide nava bîra xwe, û vê dibêje; "Edebiyata bê siyaset bê feraset e” bi wê dide pejirandin ku ew jî bibe xwedî heşê mêr. ”Niviskêr” quretiya xwe dike barê herkesî û îşka quretiya xwe bi ser navên nivîskaran dide jidandin û wisa dibêj e. Rp.222. "Tu zanî, em nivîskar wekî margîseyanin bi her kitêbekê re rengê xwe diguherînin nikarin li heman cihî bihewin. Ger îro dost bin sibê dibe dijmin yanî wekî tu zanî, em giş derewçîn in." Û nivîskêr dilê wî ji Selman re dixwaze û vê dibêje; "Ez jiyana wî ji serî heta ji binî ji we re vebêjim û jiyana wî romanek e" rp.217 Gelo Sinemxan li paş çiyayê qaf bû? Çima derheqê Sînexanê de ew qas pesindarî tune bû? Ji xwe her du jin û mêrê hev bûn. Selman feodalekî dera hanê ye, Sînemxan jê moderntir e û pêşdeçûtir e. Selman, zilamê zagona ye, ji rêz û rêzgirtinê hez dike. Sînemxan jî, keseke hestiyar e, guh dide jiyanê. Lê ew jî, ji dubendiyan xelas nabe. Û di bin bandora niviskar “Yaqob Tilermenî” de dimîne. Nikare xwe jê xelas bike. "Selman; Min dixwest bibim ahtapot û xwe, bi her derê bigirim û xwedî sê dilan bim ji bo ku karibim ji gelek jinan hez bikim" rp 40 Selman, ji hezkirina her jinê xwe radikişîne û Sînemxanê, bi xalên zagonan terbiye dike. Paşê jî berê wî “bi rojên azad ve“ vedike. Ev neheqiyek mezin li Sînemxanê hatiye kirin. Rp 72 ji peyva mamoste hez nake û ji bo bi wî navî nêyê pênaskirin û dibêje li dibistanên dewletê nebim mamoste ji bo ezmûna zanîngehê dixebitim û paşê dibe lêkolînerê zanîngehê. Ev ne dubendî ye? Zanîngeh û dibistan, ramana xwe, ji dewletê distîne. Çi ferq heye? Pêşbergê kitêbê, pir xweş e. Li gor naverokê ye. Ziman, têkûz e. Car carnan roman meriv di meraqê de dihişt. Herikbûna metnê xweş bû. - Hêlange / Yaqob Tilermenî / Weşanên Lîs / Roman /228 rûpel / 2016
***
Nivîseke din a Ar-da Janxwar ku di Diyarnameyê de hatiye weşandin:
- Dahûrtina pirtûka çîrokan “Mêşo”