Mijara “Qala heftsaliya xwe bikin“
Kazim Polat
Tê bîra min:
Destpêka sala 70’yan bû. Mala me ji gundê me, ji gundî Kistikana Elbistanê bar Doganşehira Meletî kiribû. Ez di çaxa destpêka dibistanê de bûm. Doganşehir navcayeka Malatî ye du zimanî bû. Cara yekem ez rast zimanekî biyanî bûyibûm. Aliyê navçe ye ku me li cih girt û bi şûn bûyî kurd li dijîbûn. Tê bîra min li wî warî taqek ji aliyê koçarê gundê me hat ava kirin û bi fermî navê taqê me “Kistik Mahalesi” hatibû dayîn. Ev nav navê gundî me bû û bi kurdî bû. Paşê ev nav rakirin û navek din bi tirkî kirin. Min nezanîbû çima?
Tê bîra min:
Bi heycaneka xof, tirs û coş tevlihev roja yekema dibistanê li ber dibistanê bûm; em li ber dibistanê bi rez dikirin; mamostayan bi rastek û şivên destên xwe li milên me dixistin û em di rezê de dikirin mîna bendek kêşandî. Yên bejn kurt li mil digirtin radikeşandin rezên pêşî yên bejn dirêj radikişandin rezên paşî.
Ve jî tê bîra min:
Rez kirin bi “rahat” û “hazirol”ê qediya û dest bi qirîneka tevlihev marşa “korkma sonmez...” kirin û min û piraniya zarokan nikaribû ji yên sinifên bilind bêhtir... “rahat” û “hazirol”.. Paşê dast qirînêk din kirin: “turkum dogruyum çalışkanim..” Min tirkî nezanibû; min fêm nedikir.
Dîsa tê bîra min:
Piştî vê merasimê mirovek hat li hemberê me li ser bilindiyek sekinî. Paşê paşê ez hînbûm ku ji wî kesî re midur tê gotin. Giragirê dibistanê bû. Li her paş milên midur kesek disekinîbû. Midur û yên milên wî ji bilindiyê li me dinihêrin. Her sê bi cilên qumaş û taqim bûn û di stûyên wan de kravat habûn.
Ji vê merasîmê dîsa tê bîra min:
Midur axafî. Ji axaftina midur min tiştek fêm nekirbû. Min ji çendek peyvên tirkî bêhtir bi tirkî nezanibû. Ji wê axaftina midur tenê peyvek di bîra min de maye: Ew jî “kurtçe” ye. Min nezanibû; çima ev peyv bi lêv kiribû. Rojên paşê ji aliyek ez hinî tirkî dibûm ji alî din min fêm dikir ku kurdî axaftin qedexe ye. Yên ku tirkî nezanin li hemberî pirsekê bê deng diman. Mamost pirsa xwe bi tevgerê laşê xwe û bi qirîn mînek dida û ew gotinên tirkî dikutan mêjiyê me.
Ji van bêtir tê bîra min:
Zarokên ku ji hev hez nedikirin û yên ku navberê hev de pirsgirek heye hev du îxbar dikirin ku yê din bi kurdî li mal an jî li der axaftiye. Paşê paşê min fêm kir ku midur li ser qedaxakirina kurdî disekinî; di her duşem paş merasîma “korkma sonmez”ê di axaftina xwe de digot ku “kim kurtçe konuşursa gelin bana soyleyin.” Yani “yên ku kurdî diaxafin bên min re bêjin.” digot. Îxbar dibûn; lê em dîsa jî li mal û di listikên xwe de bi zimanî xwe diaxifîn û jiyana xwe bi kurdî didomand. Me dibihîst ku midur yên ku bi kurdî diaxifin bi kelpetenek bi jeng didan dikişand. Digotin nezanin di kîja sinifê de yê fanca kesî kişandiye. Em ditirsiyan. Di demê de min û hevalên min bi awayek jixwe zivirîn ser tirkî. Êdî kurdî ne zimanê me zarokan bû; tekiliya me zarokan bi tirkiyek xerabe didomî. Me kurdî bi tene bi dê û bav û kesên malbatê ve bi kar dianî.
Ya herî balkêş tê bîra min:
Rojek midurê dibistanê mêvanê bapîrî bû û min li malê me bû. Dema ez ji listikê hatim mal êdî şev bû. Kê bi min re got neye bîra min: Midur li malê me mêvan bû.
Niha mîna îro tê bîra min ku:
Ez pir tirsî bûm. Ji bo ku ew dê bibihîsi ku ez li mal bi kurdî dixafim û dê ceza bide min; dê bi kelpetana bi jeng didanek min bikişîne. Ji ber vê tirsê ez ketim xanîmalê* û min nedixwest ku heta ku midur ji mêvaniyê biçe li ber odê û heyatê* xuya bibim. Lê çi bikim diya min siniyek fêkî amadekiribû û da min ku ez ji mêvanan re bibim. Ji mecbûrî min sinî girt û ez çûm odeya mêvanan. Min derî vekir; ketim hundir. Ez mat mam. Midur bi kef xweşî meselek digot; lê bi kurdî...Dît ez bi fedî li ber derî sekinîme li min nêrî. Bapîrî min got: “Vîna!” Fêpiyên di siniyê destê min dixwest. Min bir li navîna sifrê danî. Min devê xwe venekir tu tişt ne got. Midur li min dinêrî û min zanî ew dê ji min tiştek bipirse. Tirsa min dema ew bi kurdî bi min re biaxifi û bipirsi ez dê çi bikim. Bi rastî ez ditirsiyam û min nedixwest ku midur bi kurdî ji min tiştek bipirsî. Ji min tiştek nepirsî û mesela xwe berdewam kir. Bi kurdî..xweş kurdî diaxifî.
Yên ku niha heta bîra min hatin ev in.
Min hên jî fem nekiriye; Midur bi xwe kurd bû; Lê çima dema ku em zarok bi kurdî diaxifin bi cezeya bi kelpetena bi jeng tehtit dikir?!
*Li cem me mutbaxê re xanîmal û eywanê re heyat tê gotin. Ji bo ku ev herdû peyvên xweş kurdî dibînim min bi kar anî.
***
Nivisên Kazim Polat ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Min di xewnê xwe de zimanê xwe dît
- Serhildana Mamadalî yê Qasiman
- Divê em vê bê heqiyê li xwe heq nekin
- Ez mecbûrî zimanî kurdî me