Diyarname
Li Îngilistanê ji bo şaredarî, endamên meclisa şaredariyê û komîseriya polîsan li 100 cihî zêdetir hilbijartin li dar ket. Roja diduyê mehê gel deng da. Hê encamên fermî derneketine holê lê tê dîtin ku Partiya Karkeran ku li muxelefetê ye bi ser ketiye.
Ev 14 sal in li Îngilistanê Partiya Mihafezekar li desthilatdariyê ye. Îsal wê hilbijartina giştî çêbibe û ev serketina Partiya Karkeran wekî nîşaneya dê desthilatdariyê bigurîne hat nirxandin.
Li gor agahiyên hatine belavkirina Partiya Mihafezekar şaredariyên xwe yên heyî parastine lê li 3 meclisên şaredariyan kontrol ji dest daye.
Şaredariya Londonê jî di nav de ji bo 2 hezar kursiyan dengdan çêbû. Li Londonê ji Partiya Karkeran Şaredar Sadik Han carek din bi ser ket.