Sêdarên þermoke, giyotinên ko
Ferzan Þêr
Dema ez li bexdayê bûm, li bajarê mirinê qarewarek li derdorê ketibû. Toz û dûmanên ji nav gavên xelkê de hildiperikîn, dihatin li ser rûpoþ û kincên me vediniþtin. Her kes bi qadê ve baz dida digotin El-Huseyin ibni Mansur dê bê dardekirin.Yanî El Hallac, yanî Hallac-i Mansur.
Ez ne profesor E. Wilhem Klopproth im, ne jî Louis Massignon im ku bidim pey rêç û þopa Hallac-i Mansur. Tenê çavên min di her zemanî de þopger û çavdêrê bûyeran e. Carinan li qada bexdayê dardekirina Hallac guhdarî dikin, carina jî li hemberî çarmîxkirina Îsa digrin. Geh çavekî min li Çarçira be, çavê din di seyra Leyla Qasim de ye. Geh guhekî min dengê Þêx Seîd bibihîse, yê din çîroka Sokrates dibihîse.
Ji avakirina dinyayê vir de ez di nav we de me. Navekî min dîrok e, yê din çarenûs. Bawer bikin di tûrika min de nema cihê êþ û jana mirovan. Îro bi taybetî dixwazim behsa Hallac-i Mansur bikim ji we re. Ez ê ne behsa jiyan wî bikim ji were, ne jî behsa mirina wî. Ji ber ku di çarmîxê de wî bi xwe jî digot; “Min bikujin. Ancax ez bimrim, ez ê bijîm.” Min ev pevy li rojnivîska xwe û li mejiyê xwe kola. Destekî wî birîndar bû. Xwîna ji birîna wî diherîkî rengekî ecêb girtibû, reþesorkî bû. Diyar bû xwîn riziya bû wekî mejiyên mirovên derdora wî pêçabûn.
Ez zehf li ber heyfa te ketim. Dema nedigotin vê minafiqê ji niþke ve bikujin; te digot ji xwe min di agirên dojehê de diþewitinin. Dema te ji sûkên bajêr, ji tax û kolanên wî yên te ji wan pir hez dikir derbas kirin bi sedan kes tif û nalet li ser te barandin, dest û pênûsa min tevizîn nema navê te êþ û kulên te nivîsandin. Mirov bi hezar caran ji dêvla te bimiriya ne çêtir bû ji vê dîmena xemgîn. Lê te ez þaþ derxistim. Te bi her mixê ku di laþê te çikilandin re bêhtir bi coþ dibûyî. Tu ji mirinê neditirsiya, mirin bo te jiyan bû. Lê tirsa min ew bû ev mirovên cirnexweþ vê mirinê bi rûmet jî nebînin. Dardekirin ji bo azadiyê...Navê wî jî pir xweþ e ma ku mirov bi dest bixe.
Êdî nikarim kuþtina te, mirina te, ya rastî vejîna te ji xelkê re vebêjim. Her tiþtê ji wê rojê tê bîra min ez bêhtir xemgîn dibim. Loma ez jî dev ji te ber didim Hallac nema karim bi van êþ û derdan bijîm, binivîsîm. Tu zanî, tûrika min tije sêdar, jahr û giyotin in. Di nav van de tiþtê ku herî têsîra xwe bi min dike gotina dawî ya mehkûman e. Min bi van gotinan ji xwe re rojnivîskek amade kiriye. Her bûyerên ku çavên min lê ketine, guhê min ew mizdane, pozê min ew bêhndane min yek bi yek nivîsandiye. Min bi te dest pê kir, bawer bike rojnivîska ser devkî ye, ka kî tê de tune ye?
Seyit Riza, Qazi Mihemed, Guy Fawkes, Þêx Bedrettîn, Cemal Hemawendî, Torlak Kemal, Thomas More, Omer Muxtar, Zulfîkar Elî Butto, Hz. Îsa, Deniz û hevalên wî, û bi sedan wekî wan....
Ya rastî ji bo çi ez van ji we re dibêjim nizanim. Çi hewceye mirov behsa mirinê bike ji yên jîndar e.
Lê carina wekî ku Hallac-i Mansur dibêje, “mirin ya rastî jiyîn e”. Divê ez devê xwe negrim. Min çi ditîbe divê bêjim. Divê bêjim ku dîrok di rûpelê kevnar de nerize. Divê bêjim ku dîrok nebe dîroka zaliman.
Di nav rûpelên min de ji her bajarê, ji her gundê, ji her neteweyê, ji her olê mirov hene. Yek ji wan jî kurd in. Ez eþkere dikarim bêjim ku li ser dinê tu milet wekî wan êþ nekiþandine. Bi dehan rêberên wan hatin dardekirin, bi hezaran gundên wan þewitîn, bi hezaran þervanên wan hatin kuþtin. Ev tev di rojnivîska min de hene. Ez her û her bi van tiþtan re dijîm. Nema karim êdî kuþtina mirovan li bîraweriya xwe zêde bikim.
Lê hinek tiþt jî hene ku mirov bi wan serbilind dibe. Mesela parastina van mirovan, bi taybetî parastina wan a li hemberî dadgehê. An jî gotina wan ya dawî. Li ser qisê mirov dikare çend minakan ji dîroka kurdî ya þewitî bide.
Di rojnivîska min a “gotina dawî” ya çend serokên û têkoþerên kurd de;
Þêx Seîd: Dawiya jiyana min a dinê hat. Tu poþmaniya min tune ye ku ji bo gelê xwe cangorî dibim.
Bes ku neviyên me li hemberî dijmên me, me þermezar nekin.
Leyla Qasim: Ger ku ez ji karekî di jiyana vê cîhanê de poþman bibim ew e ku ez zû dimirim bêyî ku bikaribim demeke dirêj ji gelê xwe re xebat bikim û ger qirar be daxwaza lêborînê ji kesekî bikim, ez daxwaza lêborînê ji gelê kurd dikim. Ji ber ku di rastiyê de, min ji bo doz û pirsgirêka neteweya xwe kêm xebat kiriye.
Xalid Begê Cibrî: Ez li hemberî we ne tenê me. Li Îranê,li Mezopotamya û li Tirkiyê neteweyeke xurt ya kurdan heye. Îro hûn min dardedikinîlê ez qet guman nakim ku dê naviyên me tola me hildin.
Þêx Evdilkadir: Jixwe hûn di talankirin û þewitandinê de xwedî þohreteke mezin in. We ev der jî kire wekî Kerbela. Vî baþ zanibin ku bi mêtîngeriyeke sawker û bêwijdan rûmet û þohret nayên bidestxistin.
Yusuf Ziya Beg: Ez di wê gumanê de bûm ku hûn ê bixwazin me bi cih û payeyan bixapînin. Þikir ji xwedê re ku we em bi fîþek û benan pêþwazî kirin, ez ji ber vê ne poþman im. Bi saya van tiþtên ku me dîtiye dê naviyên me tola me hildin
Dr.Fuat Beg: Her tim difikirim ku ji bo welatê xwe bi lehengî bibim cangorî. Bêguman e ku li vê axê ku em darde dikin dê ala serbestiyê bê hildan.
Parêzer Tewfik Beg: Cendeka min nîþanî hemû dinê bikin û bila her kes zanibe ku min ji bo mafên neteweyî þer kiriye, ne ji bo mafê kesane. Bijî Kurdistan.
Kemal Fewziyê Bilisê: Kurdistana bihuþt ya me. Em mazûvan in û kî çi bêje bila bêje em ê dîsa têkevin hundir. Dê tu hêz nikaribe li hemberî vî bisekine. Ji ber ku ew ya me ye.
Gotin lal dibin carinan. Seqem bi demê digire, dêmên heyvê sor dibin.
Vaye mirov zelal dibîne ku mirin jiyîn e. Lê ez bi van janên mirovan ka çiqas dikarim li ser piya bim nizanim. Nizanim ez ê heta ku hibra pênûsa xwe ji xwînê dagrim.
***
Nivîsên Ferzan Þêr ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weþandin: