___Cemil Oguz___
Vê payîzê li gelek bajaran gelek fûarên pirtûkan hene û di van fûaran de dê weşanxaneyên kurdan jî kêm zêde cih bigirin. Niha dor a Mêrsînê ye.
Fûara Pirtûkan a Mêrsînê ji aliyê CNR'ê ve tê organîzekirin. Fûarê peyva ji Quranê "Bixwîne" girtiye û kiriye mijara îsal. Fûar îsal 9'emîn car, di navbera 12-20'ê mehê de li dar e. Dor 100 weşanxaneyê dê fûarê de cih bigirin.
Ji weşanxaneyên kurdan sê weşanxane li fûarê cih digirin.
Weşanên NA
Weşanên Na ji Îzmîrê îsal beşdarî Fûara Mêrsînê beşdar dibe. Weşanên Na bi pirtûkên xwe yên nû û bi nivîskarên xwe dê li fûarê be. Yek ji wan jî nivîskar Nûdem Hezex e. Dawiya meha borî romana nû ya Hexez bi navê "Çello Sonata Mirinê" derketibû. Nûdem Hezex bi taybetî dawiya vê hefteyê û rojên din jî dema guncan de dê li fûarê, standa NA'yê be û romana xwe îmze bike. Hezex gelek qîmetê dide vê romana xwe û dibêje, "Çello qîmetê bibîne ez ê kêfxweş bibim."
Li Weşanxaneya NA'yê ligel Nûdem Hezex gelek nivîskarên jî dê amade bin. Li gor agahiya edîtorê Weşanên Na Berfo barî da me ev nivîskar dê li standê pirtûkên xwe îmze bikin: Berfo Barî (12 19'yê mehê), Nûdem Hezex (12, 13, 14, 15, 16, 19 û 20'ê mehê), Murat Çakir (12, 13,14, 15, 17, 19 û 20'ê mehê), Serap Ergun (14 û 18'yê mehê), Gulê ALmastê (19 û 20'ê mehê), Zedeşt Cemal (19 û 20'ê mehê), Ramazan Temelkuran (19 û 20'ê mehê), Şerif Kaya (19 û 20'ê mehê), Dr Omer Uluçay (19 û 20'ê mehê). Cihê Weşanên Na li fûarê li Stand No: 2-C03 ye.
Weşanên J&J
Weşanên J&J ji Amedê beşdarî fûarê dibe û ligel xwe gelek nivîskarên xwe jî dibe. Ji bilî nivîskarên J&J'yê yên li Amedê, ji Antalya, Batman, Mêrsîn û Stenbolê jî nivîskarên wan li standê wê amade bin û pirtûkan îmze bikin. Li gor lîsteya J&J'yê da me ev nivîskarên wan dê li fûarê amade bin: Ahmet Anaç (13 Kewçêr), Ali Oruç (12-20 Kewçêr), Aryen Mendi (19-20 Kewçêr), Aydın Alp (12-13 Kewçêr), Azad Zal (12-20 Kewçêr), Cihan Yildirim (12-13 Kewçêr), Erdal Dalgıç (12-20 Kewçêr). Ferzan Roj (12-13 Kewçêr), Leylana Sidîq (19-20 Kewçêr, Mehmet Bulut (12-13 Kewçêr), Mehmet Kaynak (12-20 Kewçêr), Muzafer Kalaba (12-20 Kewçêr), Stran Yaşar (19-20 Kewçêr), Veysi Ulgen (12-13 Kewçêr), Welat Xerîb [Wek. Ferzan Roj] (12-13 Kewçêr)
WEŞANÊN SÎDAR Û ÎBV
Weşanên Sîdar jî ji Rihayê beşdarî Fûara Mêrsînê dibe.
Li aliyê din Weqfa îsmaîl Beşîkçî (ÎBV) jî li fûarê stand vekiriye.