Diyarname
Nivîskara ji Ûkraynayê Victoira Amelina di encama êrîşeke fûzeyî ya Rusyayê de mir.
Nivîskar Victoira Amelina li herêma Kramatorsk a Ûkraynayê li kafeyek bû. Rojnameger, nivîskar û peywirdarên alîkariyê diçûn vê kafeyê. Rusyayê fûzeyek bi ser vê kafeyê de weşandibû, di encamê de 13 kes miribûn û bi ser 60 kesî de jî birîndar çêbûbûn. Yek ji birîndaran jî nivîskar Victoira Amelina ya 37 salî bû. Wê ligel rêxistina mafên mirovan Truth Hounds li ser sûçên şer ên Rusyayê lêkolîn dikir û ew belge kom dikirin.
Victoira Amelina kî bû?
Nivîsar û rojnameger Victoira Amelina roja 1'ê rêbendana 1986'an li Lvivê hatibû dinê. Romana wê ya yekemîn "The November Syndrome, or Homo Compatiens" di sala 2014'an de hatibû weşandin. Romana wê "Kraliyeta Xeyalî ya Dum" di sala 2017'an de xelatên wekî "Xelata Bajêr a Wêjeyî ya UNESCO'yê" û "Xelata Yekîtiya Wêjevanên Ewropayê" girtibû. Ji bilî van wê du pirtûkên zarokan nivîsandibûn. "Somebody, or Waterheart" û "Storie-e-es of Eka the Excavator".
Pirtûka wê ya li ser çîroka jinên Ûkraynayê yên ku li ser sûcên şer ên Rusyayê lêkolîn dikirin dê nêzîk de derkeve.


