logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê
news-details

Hekîm Sefkan: Ev 25 sal in ez li Têlî guhdarî dikim û digirîm

Hekîm Sefkan helbestkar, şanoger û muzîkarek ji dewlemendiya muzîka kurdî ye. Em pêre li ser muzîkê û hunerên din axivî.

  • Dîrok: 29/06/2011
  • Beş: Hevpeyvîn

Hevpeyvîn: Ulfiye Ozcan

Hekîm Sefkan helbestkar, şanoger û muzîkarek ji dewlemendiya muzîka kurdî ye. Ew bi helbest  û stranên xwe hestên xwe yên xurt ji bo jiyana bindest a kurdan tîne ziman. Di her gotinek wê de êş û jana kurdan û pê re jî hêviyek heye.
Sefkan di çalakiya hunerî ya ku Şaredariya Akdenîza Mêrsînê de derket pêşberî temaşevanann. Piştî çalakiyê jî me bi Sefkan re hevpeyvîneke kir. Me bihîst ku gelek kesan jê pirs dikir ku “tu li ku yî?” me jî bi vê pirsê destpêkir.

Kî we dibîne dibêje tu li ku yî? Em dizanin Hekîm Sefkan li ku ye, lê carek jî ji bo xwendakaran hûn dikarin bêjin ka Hekîm Sefkan li ku ye?

Hekîm Sefkan 1986’an de li ku bû, dîsa li wir e; di 16 saliya xwe çi bû, dîsa ew e, lê hîn pijyayitir, hîn xurtir e. Bila dilê hezkiriyên min di cih de be, ez ew im wan çawa ez naskirime. Dibe mîna berê min nebînin, ev realîte ye. Kengê bê xwestin ez dîsa heme, ji xwe a girîng jî hebûna mirov e. Em berê jî ji ber ku pêdivî bi me hebû, em hebûn. Niha ferehî ye, ji me pê ve jî gelek kesên din hene, divê ew li pêş bin. Roja ku bê xwestin, pêwîstî bi me hebe, em her dem amade ne.

Hatina we ya Mêrsînê cara yekemîn bû?

Rast e cara yekê ye, ez têm Mêrsînê.

Li Mêrsinê gelek kurd dijîn. Hestên we yên li vir çawa bûn?

Cara yekemîn e ku hestên salên 86-87 jiyam, pir kurt, belkî çend deqeyan be jî, lê moral û hêza ku min ji dîtina hest û coşiya kurdên Mêrsinê girt, nayê gotin. Ew bi rastî jî, ji dil welatparêz in.

Hûn li Ewropayê dijîn, jiyana Ewropa bandorek çawa li ser hunera kurdî û ya we dike?

Ez pê nehesiyam e, kanî heya çi radeyê bandor li hunera min kiriye, lê bêguman, koçberî, dûrbûn hestên cuda bi mirov re diafirîne, ew jî xwezayî dikeve nav huner û wêjeyê. Bi giştî, bi taybetî li cem nifşê nuh, ku yan li vir hatine dinê, yan jî li vir mezin bûne, bê guman bandorek mezin heye, ez wê jî neyînî nabînim. Bandora Ewropa li ser jiyan û nêrîna li bûyeran talûke ye. Lê li ser huner û wêje ez tu talûkeyê nabînim. Ji xwe dinya biçûk bûye, hemû ketiye bin çend tiliyên mirov, tu li Hekarê dijî, lê tu karî saniye saniye bûyer û pêşketinên hunerî û wêjeyî û wekî din jî, li Ewropa û Kanada bişopînin, dixwazim bêjim, êdî bandora Ewropa dikarî li her deverê bibe, ne şert e ku mirov li wir bijî.

Dizanim ku hûn muzîkê, stranê, stranbêjî û hunerê ji hev cuda dikin, ji bo ku berhemek hêja bê afirandin divê çi bê kirin?

Ne ku ez wan ji hev cuda dikim, ji xwe ew ji hev cuda ne, ku ne cudabana wê navek li hemûyan ba. Ji xwe kes ji me nikare biryara xweşbûn an ne xweşbûna dengan bide, ew girêdayê teama mirov e, her wekî cil û xwarinê, tu hez dikî, yekî din qet heznake. Stran xala ku peyv û melodî tê de digihên hev û tê rêsandin, îca ew jî hostetiyê dixwaze. Muzîk bi serê xwe cihanek e, ez nikarim ji stranbêjekî re bêjim muzisyen, yan jî hunermend. Ev mijar pir fireh e bi çend gotinan nayê şîrovekirin. Her wiha ji bo hêjabûna berheman jî her ew e ku dibê ez hêja bibînim lê tu nebînî. Ji bo min berhema serkeftî ew e ku pêşî peyv li alîkî melodî li aliyekî din paqij bin, nêr û mê, serî û dawiya stranê, hevbigrin, peyv wekî nameyekê be, li dilê xwe, di vir de deng û huner ji hev cuda dibin, ku tenê deng xweş be, wê li guhê xwe, lê ku peyv xweş be wê li dilxe, ku her du xweş bin hingê mirov serxweş dixe. Her wiha jî melodî, divê paqij be, ku hemû tişt paqij hat cem hev, êdî mirov kare qebûl bike, lê ku yek ji hersêyan gemarî be, her duyên dijî gemarî dike, ji bo min ew ne berhemek serkeftî ye, berevajî ew gemarî ye.

Berê muzîka tirkî di bin bandora melodiyên kurdî de bû, lê îro rewş guheriye û berevajiyê vê tê kirin. Hûn çi dibêjin ji bo vê?

Muzika tirkî ji bandor bêhtir, tiştekî din bû. Ew dizîn bû û ne tenê ya kurdan, a hemû cîranan diziye. Hem ji ber tunebûn û qelsbûna muzîka tirkî, hem jî bi zanebûn, bi taybetî li ser strana kurdî, hatiye kirin. ‘Hafif muzîk’ a tirkî ya rojava ye; ‘sanaat muzîgî’ ya ereban e û ‘halk muzîgî’ ya kurda ye; ‘degiş’, ji xwe beytên olî ne ku li cem hemû misilman û zerdeştiyan hene. Yanî ku bi hezaran stranê tirkî ji melodiyên kurdî ne, ew ne bandor e, ew dizî, talankirin û serdestkirin e. Lê ya din ku hûn îro behs dikin ew bandor e, kompleksa xwe biçûkdîtinê ye, dîtina ziman û hunera fermî her bi team e li cem wan kesên di hêla rihî û sosyalî de terr û ne pijyayî ne. Ev jî rola klip, rêzefilm û çapemeniyê tê de gelekî mezin e.

Denbêjî û muzîka ya nûjen ku dibêjin, hûn dikarin têkiliya di navbera her duyan de binirxînin? Mirov dikare bêje di  muzîka kurdî de pirek di navbera dengbêjî û nûjeniyê de heye an na?

Nûjenî tenê di aranje û bikaranîna teknîk de ye, Do û Fa ji roja destpêkê heya niha her ew in, Do û Fa ne, muzîk her wekî xwe ye, lê stil tên guhertin, wekî muzîka her miletî ya kurdan jî bi stilên cuda tê bikaranîn.

Helbest, muzîk û şano… sê hunerên kûr, hûn bi hersêyan ve jî ji nêz ve têkildar in.  Di bernameyê de we hersê huner di nav hev de hona bûn. Dema we helbestên xwe dixwendin  guhdar jî her wekî li ser sehneyê helbestê bin bi we re dijiyan.  Ji bo we têkiliya van her sê huneran çawa ye?

Min li jorê jî got, divê mirov karibe paqij, bihone, birêse. Ez nabêjim ku min paqij hona, lê ji ber ku hemû hewldanên min di hunerê de girêdaneke paqij in, ez li ser sehneyê çi dibêjim wê kêliyê tênê gotin û peyva xwe dijîm, dibe ji ber vê yekê guhdar yan jî temaşevan jî bi min re dijîn.

Ji bo gelê bindest çand û huner tê çi wate yê?

Ji bo hemû gelan, çand û huner nasnameya wan a sosyolojî û giyana wan e, mirov di riya hunera miletekî re dizane ew bextewar e an na, mirov dikare civaka wan binirxîne. Wekî din, miletek ku çand û huner çû, yanî rih çû û çûyîna rih yanî mirin e.

Di nivîsek xwe de we qala dîlketina hunermendan kiriye. Dîlbûna hunermend çi ye, çawa û ji çi re dîl dikeve?  Hunermend bê dîl ketin çawa dikare xizmeta gelê xwe bike?
-piştî wê nivîsê-di heftnameya RUDAW de- pir pirs hatin kirin loma jî min hema şîrova wê di nivîsa pey wê re kir.Du rengên dîlbûnê hene,yek mirov bêyî irada xwe dikeve xefkekê,ew jî kare bê serê her kesî,navê wê dîlgirtine.Ya din bi iradeya xwe xwe bide dest,yanî koletî.Kesayetiya qels,bêbawer û çavbirçî her dem ji Dîlbûnê re amadeye.Ew Dîlê nav û peran e.Mirovê dîl,yan jî kole,ne bi viyana xwe tevdiger e.Mecbûre li gorî mîrzayê xwe bilive,wekî ku mirzayê wî,dijminê gelê wî ye,û ew jî û gelê wî jî wê yekê zane,ez bawernakim ku karibe xizmetê bike,ji ber ku ji xwe armanca wî ne xizmeta gel e,armanca wî perene,ku pere hatin dest,gel heb e tune be,jê re wek heve.

Rewşa muzika kurdî çawa ye? dengê kî hinek xweşe radibe stranan dibêje, ne tenê dibêje stranan çêdike,  têrê nake kliban çêdike? Hûn vê  çawa dinirxînin ?

Pirseke pir dubare dibe,rewşa mûzîkê bi rewş û giyanê mirov ve girêdayiye.Bê tirs dibêjim,dengê xweş pir hene,lê stranên xweş heya dereceya dawî kêm e,min li jor nerîna xwe got.Ne tenê strana kurdî a her kesî iroj ketiye.Eger ku stran,bi peyv û melodiya xwe,bi deng û awayê pêşkêşkirinê paqij û bedew be.mirov dikare bahsa pêşketinê di mûzîka kurdî de bahs bike,lê na tenê deng xweşe,ew heweseke wê here,hemû deng xweşin.

Bazara muzikê li gor we di çi rewşê de ye? mafên hunermendan  çawa dikare were parastin? Dizanim ku gelek kes stranên te dibêjin, lê  hin ji wan navên te jî nabêjin? Ji bo wan tu çi dibêjî?

Bazar tune ye,ku hebe mirov kare bahsa mafan jî bike.Firayên kurdî heya dawiyê qelsin.Hinekî jî ne gunehê wan e.Em ne xwedî dewletekê ne ku zagonan deynin,li aliyê din teknolojiya bazar kuştiye,wek nimune ev 3 salin min lireyek mafê xwe nestandiye,ji atv bigere,heya bi trt 6,hema hemû kanalên ku bi kurdî weşana wan hebe,ilahî berhemên min tên weşandin,lê tu mafê min jî nayê dayin.Nizanim ev çend demin Atv di rêzefilma xwe de strana min Bayê evînê diweşîne,bê xebera min bi dengê yeke din.Du suca bi hev re dike,lê kî heye ku li dijî vê derkeve?ne kes heye,ne jî zagon.ica mafê me wek ê koleyan tê xwarin,heya radeyekê em hemû dîlhatine girtin,lê ne bi irada xwe.Li hêla din ku ew camêr navê min nabêjin,ew kesayetiya wan derdixe berçav,lê  ezê rojekê biteqim û yek yek navê wan bêjim.Ne tenê yên min,yên gelek kesan hene ku "stranbêj"dikin malê xwe yan jî vedişêrin.Ez bi xwe tenê bi wan dikenim û hew.

Hûn di heman demê de şanoger in jî, di hêla şano de xebatên we hene? Rewşa şanoya kurdî di çi astê de ye?

Ev demeke dirêje ku ez ji Dramayê dûr im, nikarim tiştekî bêjim. Lê bê guman ji berê bi geleki çêtir e, pêşketinên ku hêviyên mezin didin hene.

Xebatên we yên nû hene?

Aniha wekî album ez nafikirim, lê ji bo hevalên xwe yên Koma Berxwedan, her ez berdewam im, yanî kaniya min hîn ne miçiqiye.

Dizanim ku romaneke we ya nivîsandî heye û bi salan e di dolabê de veşartiye. Wê kengê bikeve destê xwendevanan?

Ez jî nizanim, jixwe nizanim ew roman e, serpêhatî ye, çi ye, min hîn nav lê nekiriye, lê ev 8 sal qediyan di dolabê de ye. Ji ber ku ew ne ji bo demekê ye, loma jî kînga derkeve tehma wê heye. Encex divê bi hinek hevalan bişêwirim, piştre belav bikim, lê kînga ez jî nizanim.

Pirsa dawî; ji strana “Têlî” tu pir hez dikî? Çima “Têlî”?

Stran Têlî, evîna kurdan e, kurd wiha hez dikin, ji zarokatî de xort jê hez dikin, lê şerm dikin jê re bêjin. Lê dema ku keçik diçe, evîna bi salan serê xwe hildide. Di wê stranê de, sedî sed form û wêneyên kurdî hene. Reva xort ji Kurdistanê, kesayetiya kurd e, dema bêçare dimîne direve. Qeder ku keç xistiye destê kalekî. Tu bêjî çi tor û adetên me yên ku me ew afirandine di wê stranê de hene. Heya niha jî, ev tam bû 25 sal, ez bi wê stranê re digrîm; guhdar dikim û têr nabim.

 

***

Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hevpeyvîn - Nivîsên Dawî
news
  • 19 02 2026

Hevpeyvînek ligel Cegerxwîn

news
  • 28 09 2025

Îlham Ehmed bersiva da: 'Gelo General Mezlûm dê bibe Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê?'

news
  • 18 09 2025

Pirtûkên Helîm Yûsiv vegeriyan Rojava

news
  • 30 03 2025

Baqî: Dêrik û Mêrdîn di nava min de her zindî ne

news
  • 07 11 2024

Necat Baysal: Em bi destên xwe, xwe dikujin

news
  • 19 09 2024

Dilşah Kaymaz: Tiştekî ecêb e lê muzîkê hesta kêmasiyê li min zêde kir

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

'Mîrê ûdê' hunermend Reşîd Sofî mir

ad

Iraq ji Çînê dê balafirên bêmirov bikire

ad

Dilşad Seîd ji bo çend konseran tê Tirkiyeyê

ad

Li ser pirtûka 'Kaxeza Vala' 

ad

Wêneyê rojê: Wêneyekî vala!

ad

800 rewşanbîrî pirtgirî da HDP'ê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname