HELEBÇE
Bi armanca hişyarkirina welatiyan ji bo bidestxistina mafên xwe yên yasayî, Zanîngeha Helebçeyê çend çalakî lidar xistin. Seroka Zanîngeha Helebçeyê dibêje “Tiştê ku li dijî xelkê Helebçe hat kirin jenosîd e, erkê Hikumeta Iraqê ye ku xelkê bajêr qerebû bike.”
Zanîngeha Helebçeyê ji bo bîranîna 36 saliya şehîdbûna 5 hezar kurdên bêguneh li bajarê Helebçeyê, çend çalakiyên hişyarî, zanistî û hunerî lidar xist û sînevîzyonek jî hate nişandayîn.
SÎNEVÎZYON HAT NÎŞANDAYÎN
Li gor nûçeya Rojnewsê di çarçoveya çalakiyan de dîdareke zanistî û panelek ji bo danasîna jenosîda Helebçeyê û hişyarkirina welatiyan ji bo bidestxistina mafên xwe yên rewa hatin lidarxistin. Her wiha sînevîzyonek jî li ser kîmyabarana bajêr hate nişandan.
'EM DIXXAZIN BÎRANÎNA ŞEHÎDAN ZINDÎ BIHÊLIN'
Derbarê zindî hiştina bîranîna şehîdên komkujiya Helebçe û xizmetên ku jêre divê bên kirin Seroka Zanîngeha Helebce Dr. Mehabad Kamil ji bo Rojnewsê wiha got; “Bi çalakiyên wiha em dixwazin vê salvegera bîranîna şehîdên komkujiyê zindî bihêlin. Em dixwazin zanîngeh û civakê bikin yek, ne ku wan ji hev cuda bikin. Ji ber vê yekê me destkeftiyên baş bi xwe re anîne bajarê xwe. Îro biryara vekirina koleja pizîşkî ji bo bajarê me hat dayîn.”
'DIVÊ HIKUMETA IRAQÊ KOMKJUJIYÊ QEBÛL BIKE'
Dekanê Koleja Hiqûqê ya Zanîngeha Helebce Dr. Aware Hisên jî di salvegera komkujiya Helebce de, behsa bêmafiyên li xelkê Helebce têne kirin, kir û wiha got; “Kîmyabarankirina xelkê Helebçe jenosîd e. Li gorî yasa û destûra Iraqê, hikumeta Iraqê neçar e xelkê bajêr qerebû bike. Lê Parlamentoya Herêma Kurdistanê zagonek derxist. Bi vê qanûnê bi awayekî nerasterast erk dewrî Hikumeta Herêma Kurdistanê kiriye. Lê diviyabû ev zagon dernexista. Ji ber ku kar zehmet e û berdêl jî zêde ye. Divê ji aliyê hikumeta Iraqê ve were qerebûkirin.”
Di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Em dixwazin di aliyê yasayî de hişyariya gel bê kirin da ku karibin mafên xwe bi dest bixin. Ji ber ku bajar li gorî hiqûqa navnetewî sûcê jenosîdê bi ser hatiye kirin.”
Di çalakiyê de panelek hat li dar xistin, sînevîzyon hat nîşandayîn, stran hatin gotin û her wiha pêşangeha wêneyan jî hat vekirin.


