Diyarname
Kadîr Stêra heta niha carinan di beşa SERBEST de nivîs bo Diyarnameyê dinivîsand, lê ji niha û pêde wê êdî quncik binivîse.
Kadîr Stêra di sala 1989'an de li gundê Qesra Qelendera yê girêdayî Mêrdînê hatiye dinyayê.
Wî, dibistana seretayî li gund, lîse li navenda Mêrdînê xwendiye. Stêra li Zaningeha Mêrsînê Beşa Ziman û Wêjeya Tirkî qedandandiye û ji zû de ye bi nivîs û helbestê re eleqedar e.
Heta niha pirtûkek wî bi navê "Hespê Şeytên" ji Weşanên Aryenê derketiye. Aniha ew jî wekî gelek nivîskarên kurd penaber e.
Kadîr Stêra ji niha û pêde wekî qunciknivîskar dê kedê bide Diyarnameyê. Em xêrhatinê lê dikin.


