Diyarname
Federasyona Fûtbolê yê Arjantînê peymana Teknîk Dîrektorê Tîma Neteweyî ya Arjantînê Diego Maradona nû nekir û ew ji kar girt.
Hate gotin ku Serokê Federasyonê Julio Grondona bi Maradona re hevdîtineke pêk aniye, jê xwestiye ku peymana wî heta sala 2014'an dirêj bike, lê di heman demê de xwestiye hevalê wî Alejandro Mancuso jî tê de hin alîgirên wî ji kar bêne dûrxistin. Ji ber ku Maradona ev yek nepejirandiye têkiliya Maradona û federasyonê qut bûye û ew ji kar hatiye girtin.
Maradona di 19'ê sermaweza 2008'an de hatibû ser kar, tîma neteweyî biribû fînalê Kûpaya Cîhanê ya 2010'an û di tûrnûvayê de jî derxistibû çarîk fînalê.


