Diyarname
Metin Ustundag "nivîskar, xêzkar, helbestvan, wênesaz, fîlozof, lêkolîner, rojnameger, pexşanivîskar, çîroknûs, senarîst,e dîtor, budutor, vantrîlok, ûtîkarê dawî, nalbend..." Belê Metin Ustundag her tişt e. Niha jî ew bi tena serê xwe kovarek e. Kovara bi navê "Met Ust" ji 64 rûpelan pêk tê û dê sê mehan carekê derê. Di kovarê de rûpelên wekî "Evîndarên Metin", "Hezkiriya min Îstoş", "Parsek" hene.
Xêzkarê kovara Penguenê Metin Ustundag yek ji wan kesan e ku piştî salên 80'ê bandor li xêzkariya Tirkiyeyê kiriye. Di vê kovara ku li dor logoyê "Kovara tekane kesî" nivîsandiye de wî ji her aliyan ve bar girtiye ser milên xwe.


