Ji bo rojnameger-wênesaz Dogan pirtûk hat çapkirin
STENBOL
Ji bo rojnameger-wênesaz Zehra Dogan ku li Girtîgaha Tîpa E ya Amedê girtî ye, li Fransayê pirtûka bi navê “Zehra Dogan /Les Yeux Grands Ouverte” hat weþandin. Laurence Loutre Barbier pirtûka bi ser navê "Journal D'Une Condamnation / Chronique Exposition" (Rojnivîskên Girtîgehê / Kronolojiya Pêþengehekê), ji bo weþanê amade kir. Di pirtûkê de çîroka Dogan, girtin û hunera wê, nûçeyên der barê zaroka 10 salî Elîf Akboga ya di qedexeyên derketina kolan de nivîsandibû, cih digre. Nivîsa rojnameger û grafîker Naz Oke ya 30 sal e li Fransayê dijî jî di pirtûkê de cih digire.
Ji ber ku çîroka Dogan bandorê li hunermenda Fransî Laurence Loutre Barbier kir, lêkolîn kir û pirtûk amade kir. Barbîer diyar dike ku Dogan yek ji kesên bûye mexdûrê Qanûna Têkoþîna bi Terorê (TMK).
Di pirtûkê de wiha behsa Zehra Dogan tê kirin: “Dogan di Ajansa Nûçeyan a Jinê (JINHA) ku bi Biryarnameya di Hukmê Zagonê de (KHK) hatibû girtin de edîtortî kiribû. Ew niha li Girtîgeha Tîpa E Amedê tê girtin. Nûçeyên çêkirîn û wêneyên xêzkirin wekî hincet hatin nîþandan. Dogan li dijî vê yekê bi gotina ‘ji ber ku min wêneya li ser avahiyên hatin wêrankirin ala Tirkiyeyê xêz kir, 2 sal û 10 meh ceza dan min. Lê wan bixwe ew wêne kiþandibûn. Min tenê xêz kir’ bertek nîþan dabû.”