Diyarname
Li Koreya Başûr piştî di ezmûna de meseleya kopîkirinê zêde bû, Wezîrê Perwerdehiyê Choi Kyo-jin îstîfa kir.
Choi Kyo-jin (72 salî) di 12'ê rezbera 2025'an de hat ser kar û bi qasî 14 mehan wezîr ma. Wî niha ji ber têkiliya bi krîza kopîkirina di ezmûnên zanîngehê de îstîfa kir. Serokkomar Lee Jae Myung di heman rojê de îstîfaya wî qebûl kir.
Li Koreya Başûr ev demek dirêj e ku kopîkirina di ezmûnan de û şerê li dijî wê di rojevê de ye. Li gorî nûçeya Financial Timesê, rayedar di şerê li dijî kopîkirina di ezmûnên girîng de zehmetî dikişînin. Heftiya borî ezmûna ketina zanîngehê (Suneung) hate kirin û pirsgirêkên ewlehiyê dîsa bûn mijara nîqaşê. Wezîrê 72 salî gava got ku bawer nake ku 100% kopîkirin were tespîtkirin, bi tundî hate rexnekirin.
Choi Kyo-jin bi ser hesabê xwe yê medyaya civakî re ragihand ku ji bo şerê li dijî kopîkirina ezmûnê ya bi alîkariya AI ew pir extiyar e û piştre îstîfa kir. Wî got: “Ez wekî wezîr difikirim ku di sazkirina pêş amadehiya ji bo ezmûnan de em têk çûn, ez nikarim ji ber rexneyan xwe bidim alî. Bi qedandina ezmûnê re ez berpirsiyariyeke kûr hîs dikim û îstîfaya xwe pêşkêş dikim.”
Serokwezîr Han Seong-sook ji bo di ezmûnan de bi AI kopî neyê kişandin, ketina tiştên wisa yên polan qedexe kiribû.
Wezareta Perwerdehiyê ragihand ku bi tedbîrên wekî şandina peyamên alarmê ji bo tespîtkirina kesên ku telefonên xwe teslîm nekirine, 111 kes bi amûrên elektronîk ketine azmûnê.
Di heman mehê de di azmûna sertîfîkaya hesabdariya bacê ya neteweyî de jî namzedê ku herî zêde pûan girtibû, di her du qonaxan de qebûl kir ku bi kameraya mînyatur, telefona jîr û AI kopî kiriye. Kamera û telefon hatin desteserkirin û lêkolîn dest pê kir.
Li gorî qanûnên welêt, kesên ku kopîkirina wan were tespîtkirin ezmûnên wan betal dibin û 5 salan ketina wan a ezmûnan tê qedexekirin.
Polîs dibêje ku li gorî encama lêkolînê, bûyer dikare bibe mijara dozê jî.


