Diyarname
Dadgeha Bilind li ser navê HEDEP'ê îtîraz kiribû, Rêveberiya HEDEP'ê li hev civiya û navê partiyê kir DEM Partî.
Serdozgeriya Dadgeha Bilind bi sedema "HEDEP" dişibe "HADEP"a ku hatiye girtin hişyarî dabû partiyê ku kurteya navê xwe biguherînin. Rêveberiya HEDEP'ê li hev civiya û navê partiyê guhart. Berdevka HEDEP'ê Ayşegul Dogan îro li Navenda Giştî ya HEDEP'ê daxuyanî da çapemeniyê û ev biryara wan ragihand.
Dogan got, "Ji dêvla HEDEP'ê ji niha û pêde emê wekî DEM Partî bikar bînin."


