Soran
Li navçeya Soran a Hewlêrê agir bi avahiyekê ket û di encmaê de 14 kesî canê xwe ji dest da û 4 kes jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyên ku saziya Tenduristiya Soran ji bo ajansa me ragihandin, agir îşev di saet 20:30’an de bi avahiyek ya navçeya Soran ketiye, di encamê de 14 kesan jiyana xwe ji dest dane û 4 kes jî birîndar bûne.
Heman çavkaniyê eşkere kir ku ev avahî li ser cotrêya Cundiyane ku berê malên xwendevanên zanîngehê di vê avahiyê de bûn, lê niha welatî têde dijiyan û tê payîn di nava qurbaniyan de mamostayên zanîngehê jî hebin. Tê payîn hejmara qurbaniyan zêdetir bibe. NASNAMEYA HINAN DIYAR BÛ - Di şewata duh de nasnameyan hinên canê xwe ji dest dane diyar bû. Ji van yek Mihemed Wehîd xelkê Diyala ye, li gel dayîk û du xwişkên xwe canê xwe ji dest daye. - Du ji wan mamosta ne, ji ereb in û yek ji wan navê wê Dixtor Îlham e û li zanîngeha Soran mamostayê beşa yasayê ye. - Yek ji qurbaniyên din bi navê Mamosta Îsmaîl e û xwendekarê master beşa erebî bû, li gel hevjîna xwe canê xwe ji dest daye. Li gor zanyariyên ku beşa lezgîn û bergiriya şaristanî yên Soran dane, hemû kesên ku di bûyerê de jiyana xwe ji dest dane ji ber dûkelê xeniqîne û laşê tu ji wan neşewitiye. (Ev beş roja 9'ê mehê li nûçeyê hatiye zêdekerin)
Rojnews


