Hewlêr
Li Başûr zagona erêkirina mêrek ku çend jinan bîne hate qebûlkirin.
Meclis di bin serokatiya Serokê Meclisê Ednan Muftî û cîgirê wî Kemal Kerkûkî de li hev civîya û li ser zagona mafê anîna ji yêkê zêdetir biryar hate girtin.
Di rûniştina meclisê de komîteya têkiliyên meclisê, komîteya mafên jina, komîteya zagonê, komîteya karên olî û komîteya mafên mirovan rapor û pêşniyazên xwe pêşkêş kirin.
Komîteya jinan, komîteya mafên mirovan û hin saziyên sivîl xwestin ku anîna pir jinan ji aliyê mêrekî ve li Herêma Kurdistana Federe bê qedexekirin û yê ku çend jinan bîne bê cezakirin. Û li ser vê yekê nîqaşê xurt pêk hatin.
Di dawiyê de dengdayîn pêk hat û biryara 'zewaca bi çend jinan re' li hemberî 35 dengan bi 39 dengan hate qebûlkirin.
Ji bo zagon bikeve jiyanê divê Serokê Herêma Kurdistana Federe Mesûd Barzanî zagonê erê bike. Niha mebûsên jin û parêzvanên mafên jinan û mafên mirovan dixwazin bi Barzanî re ji bo zagonê betal bike bikevin têkiliyê.
Qebûlkirina zagona anîn pirjinan (ji yekê zêdetir) ne surprîz bû. Lewra hema hema nîvê mebûsên parlemenê ji yekê zêditir jinên wan hene. Parlemen ji 111 mebûsên pêk tê.
Ji ANF NEWS AGENCY hatiye girtin, lê sernav ji aliyê Diyarnameyê ve hatiye avêtin.