Diyarname
Tîma fûtbolê ya neteweyî ya mêran a Erîtreyê biryar da ku beşdarî Kûpaya Cîhanê ya 2024'an nebe. Sedem? Sedem ew e ku ditirsin lîstikvan birevin û ji bo penaberiya siyasî serî lê bidin.
ENFF'ê (Federasyona Fûtbolê ya Neteweyî a Erîtreyê) ji ber tirsa "Lîstikvan herin derveyî welat dê serîlêdana siyasî çêbikin" ev biryar girt.
Li gor nûçeya di Euronewsê de FIFA û CAFê (Konfederasyona Fûtbolê ya Afrîkayê) ev betalkirina maçan erê kir.
Di maçên hevtêkbirinê yên CAF'ê de Erître di Koma E de bû. Ji bilî wê Fas, Zambiya, Kongo, Tanzanya û Nîjer hebûn. Ev kom dê maçên xwe sêyî Erître bidomînin.
Hin çavkanî radigihînin ku lîstikvan ji bo ji zordariya Serokdewletê Erître Isaias Afwerki birevin dê serîlêdana siyasî bikin, loma ev biryar hatiye girtin.
Ji sala 2009'an ve heta niha zêdeyî 60 lîstikvanî di maçên navneteweyî de venegeriyane welat û serî li mafê penaberiyê dane.
Di sala 2019'an de ew lîstikvanên tîma neteweyî yên mêr li Ûgandayê winda bûn.


