Diyarname
Xwendekarên zanîngehê ji bo daxwaza perwerdehiya bi zimanê zikmakî çalakiyeke afirandin: Pênûsşikandin.
Xwendekarên Amadeyiya Anatoliya ya Pertekê û Amadeyiya Mustafa Kemalê bi boneya perwerdehiya zimanê zikmakî bixwazin daxuyanî dan û pênûsên xwe şikandin.
Li navçeya Perteka Dêrsimê xwendekarên amadeyî (lîse) di çarçoveya "Jiyana duzimanî" û "Perwerdehiya Zimanê Zikmakî" de daxuyanî dan çapemeniyê û û pênûsên xwe şikandin.
Xwendekaran di çalakiyê de pankarta "Ez bi zimanê xwe perwerdehiyê dixwazim" vekirin û heta ber Mala Mamosteyan meşiyan. Xwendekaran dirûşmeyên "Bê ziman jiyan nabe" û "Em bi zimanê xwe perwerdehiyê dixwazin" qêriyan. Xwendekaran piştî li ber Mala Mamosteyan daxuyanî dan pênûsên xwe şikandin û dawî li çalakiya xwe anîn.


