KERKÛK
7'emîn Şanoya Navdewletî ya Serkolanan a Kerkûkê îsal di navbera 19-21'ê vê mehê de li dar bikeve. Ji bo belavkirina agahiyên li ser mîhrîcanê 5'ê mehê merasimek li dar ket. Berêvarkî li Navenda Rewşenbîrî ya Kerkûkê bi beşdariya gelek hunermend, berpirsên hizbî û nîşandana şanoyek ya koma şano ya Hewar merasima danasînê li dar ket.
Rêveberê Komîteya amadekar a Festîvalê Nejad Necim diyar kir ku ew îsal bi budçeya Wezareta Rewşenbîrî ya Herêma Kurdistanê festîvalê li dar dixin.
Necim diyar kir ku komîsyona şanoyê ji 67 komên şanoyê 25 kom ji bo tevlêbûna festîvalê hilbijartine û ew dê lîstikên xwe pêşkêş bikin. Li gor gotina Necim ji Cezayîr, Îtalya, Tunus, Sudan, Îran û Suriyeyê jî komên şanoyê tevlî festîvalê dibin.
Piştî axaftinan koma şano ya Hewar şanoya bi navê ‘Tuwîna’ ya ku li ser hezkirina mirov û netewan e bi zimanê kurdî û erebî pêşkêş kir.