Zêdetir ji 50 rojnameger û nivîskarên swêdî ji bo piştgiriya hempîşeyên xwe yên li Tirkiyê li ber Sefareta Tirkiyeyê ya Stockholmê çalakiyek li dar xistin.
Çalakiya roja 1'ê mehê bi însiyatîfa Federasyona Nivîskarên Swêdê, Kovara Svartvitt û Komîteya Swêdî ya ji bo Piştgiriya Mafên Mirovan li Tirkiyê hate li dar xistin. Serredaktorê Svartvitt Kurdo Baksî her wiha moderatorê çalakiyê jî bû.
Ji bilî nûnerên van rêxistinên ku însîyatîfgir bûne zêdetir ji 50 rojnameger û nivîskarên swêdî di çalakiyê de amede bûn. Berpirsên rojnameyên Journalisten, Dagens Nyheter û Svenska Dagbladet jî di xwepêşandinê de axivîn û ji bo hempîşeyên xwe yên girtî piştgiriya xwe nîşan dan.
Serokê Peyamnêrên Bêsînor Jonathan Lunqvist di axaftina xwe de Tirkiye weke girtîxaneya herî mezin ya cîhanê bi nav kir û got ew ji bo nîşandana dilsojiya bi hempîşeyên xwe re û balkişandina raya giştî di çalakiyê de cî digre.
Di şertên normal de li Swêdê pêkanîna çalakiyên bi vî rengî yên nivîskar û rojnamegeran pir kêm in. Ji derketina kolanan bêhtir ew helwest û nêrînên xwe dinivîsin.
Kurdo Baksî di axaftina xwe de bal kişand ser girtina rojnameger û nivîskarên li Tirkiyeyê û ji berpirsên Yekîtiya Ewropayê xwest ku herin serdana van girtiyan û xwedî li wan derên
Radyoya Swêdê - Diyarname


