Diyarname
Li Tirkiyeyê her sal li çend bajaran fûarên pirtûkan li dar dikevin. Sala 2011'an yekemîn fûara pirtûka li Edeneyê wê li dar bikeve.
4'emîn Fûara Pirtûkan a Çûkûrovayê di navbera 11-16'ê meha yekemîn a 2011'an li Navenda Kongre û Fûara Navneteweyî ya Edeneyê li dar bikeve. Li dor 160 weşanxane û saziyên sivîl wê beşdarî fûarê bibin . Par weşanxaneyên kurdan jî beşdarî fûara Çûkûrovayê bûbûn, hêvî heye îsal jî beşdar bibin.
Beşdariya fûarê ji bo hezkirên pirtûkan bê pere ye.
Ji bilî fûara Çûkûrovayê , li Amed, Îzmîr, Bursa, Stenbolê jî fûarên pirtûkan li dar dikevin. Dîroka li darketina wan fûaran jî bi vî rengî ye: Bursu: 5-13 adar. Îzmîr: 16-24 avrêl. Amed: 17-22 gulan. Stenbol: 12-20 sermawez.
***Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.