ŞIRNEX
Şaredarê Bajaroka Gundikê Melê ya Şirnexê Abdulrezzak Yildiz, duh ji aliyê cendirmeyan ve hate binçavkirin. Yildiz, bi hinceta 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê der barê wî de doz vekiriye birin Amedê.
Şaredarê Gundikê Melê Abdulrezak Yildizê BDP'yî li cihê lêgerînê ya cendirmeyan a li Qesrikê hat binçavkirin. Yildiz, pişt re birin 21'emîn Tumena Cendirmeyan. Got gotin ku Yildiz bi hinceta 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê der barê wî de doz vekiriye hatiye binçavkirin. Piştî pirsiyariya Yildiz a Fermandariya Cendermeyan birin Amedê.


