Diyarname
Saziya Zimanê Kurdî (SZK) ku li Rojava xebatên xwe yên li ser ziman didomîne bi navê "Rêzimana Kurmancî" pirtûkek çap kir ku ev pirtûka SZK’ê ya yekemîn e.
Pirtûk ji aliyê du endamên SZK’ê Ferhad Mûsayî û Vîyan Hesenî ve hatiye amadekirin. Pirtûk ji şeş beşên wekî “Dengnasî”, “morfolojî”, “ristesazî”, “watanasî”, “rastnivîsîn” û “xalbendî” pêk tê. Amadekaran ji bo pirtûkê wisa gotine: "Ji bo ku pirsgirêkên heyî çareser bibin û arîşeyên zimanî yên perwerdeyê û qadên dîtir safî bibin, pêdivîya Rojavayê ji her demê bêhtir bi standardên rêziman û rastnivîsînê hebû. Loma SZK’yê biryar da ku vê berhema li ber destê we amade bike. "
Amadekaran diyar kiriye ku pirtûk li ser prosesa 10-12 salên dawî şikil girtiye û wisa gotine, “Ev berhem di hundirê 3 salan de hatiye amadekirin û mijar bi mijar di komîteya zimanî ya SZK’yê de hatiye nîqaşkirin. Lê ji sê salên xebatê zêdetir, ev berhema han encama proseseka perwerdeyê ya berfireh e ku 10-12 salan dom kirîye. Lewra di pratîkirinê de babetên zimanî berfireh hatine hilsengandin, arîşe û xalên nakok yek bi yek hatine destnîşankirin û pêşnûmaya standardkirinê li gor pêdivîyan hatiye danîn.”
Li rojavayê Kurdistanê SZK (Sazîya Zimanê Kurdî) di warê ziman de saziya bilind û biryardar e. Saziya ku di sala 2019’an de hatiye avakarin, navenda wê li Qamişloyê ye û li Rojava li ser ziman ew biryaran dide.
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.
***
DIBE KU EV NÛÇE JÎ BALA TE BIKIŞÎNIN (Sernavê bitikîne):
- Pirtûka Marquez piştî 10 salên mirina wî çap dibe
- “Ev karê ku LEW dike dê ji bîra kurdî, ji zemên re bimîne”
- Îdîaya Mem Med: Çîroka kurmancî li gorî cureyên edebî yên din herî pêş e
- Samî Hêzil: Divê em cihê wergerê di çand û zimanê xwe de diyar bikin: serê jorê an ber dêrî?
- Îdîayeke balkêş: Ev welat dixwaze navê xwe biguherîne
- Receb Dildar: Berteka ji bo xweparastinê tevgere xwezayî ye
- Di 30 salên dawî de çend pirtûkên kurdî çap bûne?
- 2022: Hemû pirtûkên bi kurdî yên salê
***
Hesabên Diyarnameyê
- youtube.com/diyarnamediyarname
Ji bo têkilî: diyarname@diyarname.com


