Diyarname
Weqfa Aydin Dogan "Xelata Aydin Dogan" ku ji sala 1996'an ve dide îsal di beşa "Sînema"yê de wê bidin derhêner Nuri Bilge Ceylan.
Li gor daxuyaniya ku ji weqfê hatiye kirin, wan li ser pêşketinên di sînemayê de biryar dane ku îsal di beşa sînemayê de xelatê bidin. Juriya ku ji Dogan Hizlan, Tarik Akan, Mithat Alam, Tevfik Başer, Atilla Dorsay, Prof. Dr. Oguz Onaran, Murat Ozer, Prof. Dr. Sami Şekeroglu û Azize Tan pêk tê biryar daye ku xelatê bidin derhêner Nuri Bilge Ceylan.
Di 13'ê avrêla 2010'an de li Hotela Hilton wê bi merasimekê xelata Ceylan bidinê.
Nuri Bilge Ceylan bi fîlmê xwe "Uç Maymun" di 61'emîn Festîvala Fîlman a Cannesê (2008) de Xelata Derhênerê Herî Serketî girtibû, di 2009'an de jî di nav endamên juriyê ya heman festîvalê de cih girtibû. Serokomariya Tirkiyeyê jî Xelata Mezin a Çand û Hunerê ya Serokomariyê di sala 2009'an de dabû Ceylan.