Diyarname
1- Li Mêrsînê 4 zarokên temenê wan binê 15'an re ye bi îdîaya beşdarî çalakiyeke bêdestûr bûne ji aliyê 3'yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrsînê ve hatin cezakirin. Dadgehê cezayê hepsê ya herî giran a heta dawiya temenê li zarokan birî.
Dadgeh îdîa dike ku di 26'ê rezbera 2014'an de zarok beşdarî çalakiyê bûn.
2- Li gor îstatîstîkên Wezareta Edelatê ya Tirkiyeyê li Tirkiyeyê her sal 100 hezar zarok bi dadgeh, qereqol û polîsan re rû bi rû dimînin. Yanê her sal ew qas kes rêya wan ber bi van deran ve dikeve. (Hulya Karabagli di zete.com de ev agahî nivîsî)
Di berfanbara 2014'an de 61 jê keçik bi giştî 1966 zarok hatine girtin. Ji meha rêbendana 2015'an ve 2 hezar û 57 zarok girtî ne, ji van 542 zarokî ceza xwariye jî.


