Qelemeke welatparêz
Fêrgîn Melîk Aykoç
Nivîskar Lokman Polat di nava bê derfetiyê de jî nivîskarekî gelek afirîner e. Helbest, çîrok roman, rexnegirî, gotar di her warî de bi kurdiya Amedê tîp bi tîp, gotin bi gotin nivîsiye. Ta niha îmza xwe avêtiye binê 27 berheman.
Dema pirtûka wî ya çîrokên bijarte ku di bin serenavê “Çîrokên Rengîn (ji bo 50 salî)” de hatiye weþandin bi destê min ket. Min di yek bêhnekê de xwend. Zimanekî sade yê ku her kes dikane têbigîhîje, herikbar û bi kelecan bikaranîye. Qelema wî mirovan digire, dibe zîndanên li welêt, nava nexweþî û bêçaretiya nezanînê, xebatên di nava gel de, pirsgirêkên bawerî, têkiliyên zewacê, þerên li serê çiyayên Kurdistanê û bê ku mirovan biwestîne digerîne. Hestê teslîmiyet û reformîstî mehkûm dike, mirovan bi berxwedanê re serbilind dike û giyana mirovan ya welatparêzî û pêþverûtiyê xurt dike. Di her çîrokê de hin tiþtên ji bo pêþerojê dide mirovan.
Bi kurtî naveroka çîrokên wî yên di vê berhemê de:
Di destpêka vê berhemê de dîtinên gelek nivîskar û rewþenbîran, yên li ser berhemên wî cih digirin. Di wan dîtinan de jî derdikeve holê ku ew hem qelemeke welatparêz û hem jî qelemeke xurt, têr û tiji ye.
- Çîroka “Di zîndanê de bi tenê bû, bi sancî bû”: Di vê çîrokê de jineke ducanî di zîndanê de di binê êþkenceyekê dijwar de ye. Di wê rewþa giran de berxwedana dayîkekê ducanî û bêwijdaniya êþkencekarên dagirkeran bi zimanekî vekirî li ber çavan radixîne.
- “Qanser”: Di vê çîrokê de encama piþta xwe bi baweriya vala ve girêdan, sextekariya meleyê xapînok û þiyarbûnê li ber çavan radixîne. Wekî pêvajoya þiyarbûna gel tê têgihîþtin.
- “Dudilî”: Di vê çîrokê de têkiliya mêr û jinê di nava tekoþînê de, ananeyên kevneperest, li dij wan tevdîr nestandin û encama vê têkiliyê ya di nava þoreþgeriyê de li ber çavan tê raxistin.
- “Keça Elewî”: Mijara zewaca di navbera mezheban de girtiye dest. Bi rastî bi min xerîb hat, lewra ne kurdên elewî, kurdên misliman li dij zewaca bi eleviyan re derdikevin. Hetanî niha ez rastê elewiyekî nehatime ku ji ber ku keça wî bi kurdekî misliman re zewiciye, wî keça xwe kuþtiye.
- “Îmam û Perwîz”: Nivîskar di vê çîrokê de baweriya vala ya bi niviþtên hin meleyan, di þer de camêrî û li hember dilketiyan li gor zagonên navnetewî tevgerîna hêzên Kurdistanî gelek baþ li ber çavan raxistiye. Divê hemû cihan vê rastiyê bibîne.
- “Jina Hefskirî”: Di vê çîrokê de jî mijara zewaca bi ewropî, yan jî xiristiyanan re wekî mijar hilbijartiye. Ligel wê rewþa têgihîþtina ciwanên li Ewropê mezin dibin, jî girtiye. Rexnê li zewaca nav xizman digire.
- “Benda Çepên Tirkan Nesekinin”: Di vê çîrokê de jî li ser nêzîkbûna çepên tirk li doza netewa kurd û bi navê înternasyonalî zarokên kurdan xapandina wan, radiweste.
- “Serbilindî”: Ev çîrok bandoreke gelek taybetî li mirovan dike. Dilpolayî, li hemberî bêbextî û êþkenceya giran xwedî li rûmeta xwe û gelê xwe derketinê pir baþ vedinivisîne, mirovan digihîjîne wê hestê berxwedanî.
Çend hevokên balkêþ ji berhemê
“Tî û birçî bû, lê bi hêvî bû! Rûp: 20”, Ji çîroka “Qanserê”
“Ji xwe ewê ku mala jina te xira kirî, ew þêxê ehmeq ê nezan bûye: Rûp: 26“, Di çîroka dudilî de
“Dil peritî me. Kezeba min diþewite. Ezê çawa bibim qetîlê ewladê xwe! Rû: 31 “Ji çîroka îmam û perwîz”
Kalê perwîz bi gotina îmam re ricifî, zer û ziwa bû. Dest û lêvên wî lerizîn, gewriya wî tîjî bû…Rûp: 44“
Bi taybetî jî forma lêkera “hevisandinê” ya têneper “hêvisîn” pir baþ bikaraniya. Ev peyv di zazakî de wek “musnayen”/hêmûsanyen (“M” ya kevin nebû ye “V”) tê bikaranîn û di wateya fêrkirinê de ye. Divê lêkerên wiha bingehîn ên ku ji Avestayê mena derkevin pêþ.
Rexne
Di warê rastnivîsê de hinek din bi dilzîzî li ser berhemê bihata rawestandin wê baþtir ba. Li gel wê, rengdêr û danasîn hê zêdetir bihata bikaranîn wê çîrok hê xweþtir bûna, ku wan rengeke taybetî didan çîrokan. Lê pirsgirêka nivîskarî û weþangerî ya kurd bi giþtî di warê lektoriyê de heye. Hîn lektorên me çênebûne ku di vî warî de çareserî hebe. Dîsa jî çîrokên wî gelek serkeftî, sade ne, fikir û peyama ku wî xwestiye bide, bi hêsanê tê fêmkirin.
Navê Berhemê: Çîrokên Rengîn (ji bo 50 salî)/ Weþanên Helwest, 2007/ 77 rûpel