Diyarname
Enstîtuya Zanistên Civakî ya Zanîngeha Kobanî kovareke nû derxist. Kovara bi navê "Şor û Zanîn" bi hejmara xwe ya yekemîn derket pêşberî xwendevanan.
Kovarê di vê hejmara xwe ya yekemîn de sernavê "Zanîn xwebûn e, xwebûn hebûn e" bikar anîye. Di kovarê de lêkolîn û gotarên akademîk cih digirin. Kovar wekî hejmara Bihara 2023'yan derketiye.
Gotarên di kovarê de li ser zanistên ziman, perwerde, felsefe, jîngeh û zanistên civakî ne ku ji aliyê mamosteyên Zanîngeha Kobanî ve hatine nivîsandin.
Di kovarê de ligel rêveberê Zanîngeha Kobanî bi mamoste Şervan Mislim re hevpeyvînek kiriye û li ser xebatên wan hatiye sekinîn.
Ji nivîsên kovarê Emel Memo bi ser navê "Etûdek li ser polîsî û plansaziya zimanî ya Rêveberiya Xweser" nivîsa xwe pêşkêş kiriye. Evîn Tefûr jî li ser "Bandora çîrokên gelêrî yên zarokan li ser helwesta zarokan" amade kiriye. Egîd Nasro jî "Fonêm û Allofon di devoka şêrewa de" girtiye dest.
Li aliyê din Ferat Gernas, Ebdulkerîm Elûş, Pirhişyar Ismaîl, Aras Hiso, Ebdullah Zekeriya û Mihemed Xelîl bi nivisên xwe ked dane kovarê.
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.
**
- Youtube: http://youtube.com/diyarnamediyarname…
- Malper: http://diyarname.com
- Twitter: https://twitter.com/diyarname1
- Facebook: http://facebook.com/diyarname
- Mail: diyarname@diyarname.com