logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê
news-details

'Ji Dêrikê heta Efrînê li dibistanan em dersê didin'

Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê îsal Xelata Ziman a Feqî Huseyîn Sagniç da Saziya Zimanê Kurdî (SZK) ku li rojavayê Kurdista

  • Dîrok: 13/03/2013
  • Beş: Nûçeyên Çandî

Diyarname
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê îsal Xelata Ziman a Feqî Huseyîn Sagniç da Saziya Zimanê Kurdî (SZK) ku li rojavayê Kurdistanê li ser ziman xebatê dike, li dibistanan dersên kurdî dide. Di merasima xelatdayînê de nûnera SZK'ê Nesrîn Qamişlo got: "Ji Dêrikê heta Efrînê li dibistanan em dersê didin."

Ji sala 2005'an de Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Xelata Ziman a Feqî Huseyîn Sagniç dide kes û saziyên ku ji bo parastin û pêşbvebirina kurdî xebatê dikin. Saziyê îsal SZK ku li rojavayê Kurdistanê li ser kurdî xebatê dike, mamosteyan digihîne, li dibistanan dersên kurdî dide ji bo xelatê guncan dît. Xelat li ser navê yek ji avakarên Enstîtuya Kurdî zimanzan Feqî Huseyîn Sagniç tê dayîn. Ji bo merasima xelatdayînê êvara 12'yê adarê ku di heman demê de roja salvegera wefata Sagniç e jî li Cezayîr Restorantê şeveke hate li dar xistin. Di merasimê de Seroka BDP'a Stenbolê Asiye Kolçak, Serokê Enstîtuyê Zana Farqînî, rêveber û endamên Enstîtuyê, Serokê Kurt-Kavê Kasim Ergun, Serokê Weqfa Îsmaîl Beşîkçî Îbrahîm Gurbuz, nûnerên saziyên kurd, nivîskar û rewşenbîrên kurd li dor 150 kesî amade bûn.

Binxet ji ser Xetê serketîtir e
Serokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Zana Farqînî di axaftina kir de bal kişand ser salvegera şehîdkirina kurdên di 12'yê Adarê yên li rojava de, li ser rojava sekinî û got: "Rojava bi taybetî di warê çandê de xebatê dikin, nivîsan dinivîsin, em dema nivîsên wan dixwînin em dibînin ên bin Xetê ji ser Xetê pêşketîtir in. Ji ber ku ji asîmîlasyonê dûr in."
Farqînî ji bo dayîna xelatê ya SZK'ê jî wisa got: "SZK gavên girîng diavêje, dibistanan vedike. Me xwest bi vê xelatê em wan pîroz bikin."

Nûnerên SZK'ê Mîrza Şengalî û Nesrîn Qamişlo di merasimê de ji bo xelatgirtinê di merasimê de amade bûn û ji bo sipasî derketin ser dikê û axivîn.

Şoreşa ziman wê bi ser bikeve
Mîrza Şengalî got ku Feqî Huseyîn Sagniç di qada têkoşîna wêjeya kurdî de têkoşer bû û bi vê xelatê Enstîtuya Kurdî li kedkar û mamosteyên xwe xwedî derdikeve, loma ev xelat giranbuha ye. Şengalî li ser rewşa ziman a li rojava jî wisa got: "Me karî bingeha pêşvebirina ziman biavêjin. Ji aliyê siyasî, leşkerî û di warê ziman de şoreş çêdibe. Niha li seranserê rojava perwerdehiya ziman hatiye pejirandin. Şoreşa ziman wê li rojava bi ser bikeve, wê bibe mînakek hêja ji bo hemû parçeyên Kurdistanê."

Hefteyê 3 rojan dersên bi kurdî
Nûnera SZK'ê Nesrîn Qamişlo jî got ku xebata ziman ji berê de li rojava tê meşandin û li ser rewşa niha wisa got: "Ji Dêrikê heta Efrînê li dibistanan em ders didin. Lê hin nijadperest hene dixwazin ev xebat bisekine. Li Qamişlo gotin ev xebat dê bê sekinandin. Lê bi berxwedana mamoste û xwendekarên me xebat dom kir. Niha hefteyê 3 rojan li dibistanan em bi kurdî dersê didin."


Di şeva ku Mela Kerem Soylu, Seroka BDP'ê Asiye Kolçak, kurê Feqî Huseyîn Sagniç axaftin kirin de sînevîzyona li ser Sagniç hatibû amadekirin hat weşandin û dûre dengbêj Sebrî Agirî, Xeniyê Qereyazî, Mihemedê Beyro û hunermend Alî Baran klam û stranên xwe pêşkêş kirin.

Foto: Cemil Oguz

 

***

Nûçeya eleqedar:

- Enstîtu, Xelata Feqî Huseyîn Sagniç dide SZK'ê 

***

Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.

 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 26 10 2026

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

news
  • 23 10 2026

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

news
  • 21 10 2026

Festîvala Şanoyê deriyên xwe vedike

news
  • 21 10 2026

Fûara Pirtûkan a Hewlêrê vebû

news
  • 20 10 2026

Fîlmên Pêşbaziya Neteweyî ya Bogazîçî eşkere bûn

news
  • 18 10 2026

Fîlmên 'Pêşbaziya Neteweyî' yên Festîvala Enqereyê diyar bûn (Ene xebere bi zazakî û kurmancî ya)

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Blok: Heta gavên berbiçav neyên avêtin em naçin meclisê

ad

Ji dinyayê 3 nûçeyên derketine pêş

ad

DYA û Talîbanê li hev kir

ad

Katalonya fek serxwebûne ra vera nêdana

ad

Ji dixwazin patronê wan mêr be

ad

Nivîskar Haydar Işık mir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname