Diyarname
8'emîn Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê îsal 27'ê rezberê dest pê dike û heta 1'ê kewçêrê dê bidome. FîlmAmedê niha bernameya mîhrîcanê eşkere kir.
FîlmAmedê li ser armanca mîhrîcanê gotiye "Di serî de belgefîlmên, ji ber çi sedemê dibe bila bibe, hatine sansurkirin, nikarin li cihekî din werin pêşandan; wekî qadeke parvekirin, nirxandin, nîqaşkirin û pêşandana tevahiya belgefîlmên ku tê de li hemberî tu nasnameyeke etnîk, olî, zayendî û çandî êrîş û heqaret tunebin, em îsal Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê ya 8’emîn li dar dixin."
Bi vê armanê li Amedê belgefîlm dê bêne nîşandayîn.
Belgefîlm li salona Şanoya Bajêr a Amedê, Salona Sînemayê ya Bezgîn Bekîr, Salona Zarok MA û salona Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê dê bêne nîşandayîn. Ji bilî nîşandayîna belgefîlman dê forûmek û gotbêjek jî li ser belgefîlman li dar bikeve. Forûma bi navê "Astengiyên li hember çêkirina belgefilman" 30'ê mehê saet di navbera 11.00-14.00'an de li dar bikeve. Belgefîlmkar li ser kar û bar û zehmetiyên xwe dê nîqaş bikin.
Gotûbêj 1'ê mehê saet 11'an de bi sernavê "Di çêkirina belgefilman de pirsgirêkên etîkê" dê li dar bikeve. Her du çalakî jî li Salona Şanoya Bajêr a Amedê li dar dikevin.
Bernameya ku FîlmAmedê niha eşkere kiriye bi vî rengî ye (Sernavê bitikînin)