Diyarname
Di maça nîv fînalê ya Lîga Şampiyonan de li Katalonyayê Barlesona û Inter hatin hemberî hev. Maç bi 3-3 b dawî bû. Hêviya her du tîman jî ma maça duyem.
Her du tîman maçeke serketî li dar xist. Her du tîm jî serketî bûn. Interê mêvan di deqîqeya yekê de bi goleke xweş a Marvus Thuram bi 1-0 derket pêş.
Di deqîqeya 21'ê de Denzel Dumfries gölek din avêt û encam bû 2-0. Di vê kêliyan de her kes şoq bûbû lê Lamine Yamal bi hostayî bersiv da: Deqe 24, encam 1-2. Barselona hatibû ser xwe û di deqîqeya 38'an de vê carê Ferran Tores li sehayê bû: 2-2.
Nîveka yekemin wisa bi dawî bû. Di nîveka duyemîn de Inter carek din bi Denzel Dumfries derket pêş: 3-2. Lê şûtê lîstikvanê Barselonayê Ralpinha encam diyar kir: 3-3.
Maça duyem a van tîma wê li Îtalyayê roja 6'ê gulanê li gor saeta Amedê saet 22.00'an de bê lîstin. Tîmê bi ser bikeve wê here fînalê.
Maça din ku 29'e hatibû lîstin Arselan li mala xwe li hemberî PSG'ê bi 1-0 têk çûbû.
Ji van her du tîman du tîmên serketî di fînalê de wê bene hemberî hev. Maça fînalê roja 31'ê gulanê ye.
MAÇÊN LÎGA EWROPAYÊ
Îro jî maçên Lîga Ewropayê hene. Atletico Bilbao li mal xwe Manchester Unitedê, Tottenham jî Bodo Glimtê dike mêvan. Her du maç jî saet 22.00'an de dest pê dikin.
LÎGA KONFERANSÊ
Di Lîga Konferansê ya UEFA'yê de jî du maç here. Real Betis wê Fiorentina, Djurgarden jî wê Chelsea bike mêvan. Maç saet 22.00'an de ne.


