Diyarname
Ev tiştek wisa ye, carinan ji bo mirov lê tê: Bûyer li Îngilistanê qewimiye. Jinek li mala xwe paqijî dikir. Di wê kêliyê de tabloya ku li bazara tiştên kevn kirîbû derket pêşberî wê. 6 sal berê 4 dolaran kirî bû. Xanim meraq bir ser ku tablo aîdê kî ye û ew girt bir konservatuara hunerê. Li vê derê derket holê ku tablo aîdê wênesazê amerîkî Newell Convers Wyeth e. Û diyar bû ku buhaya wê bi ser 150 hezar dolarî de ye.
Li gor lîsteya mezatxaneya Bonhams Skinner ev tablo di sala 1939'an de ji bo romana "Ramona" ya Helen Hunt Jakscon hatiye çêkirin. Ji bo wê romanê çar berhem çêkiribûn ku ev yek ji wan e.
Tablo roja 19'ê vê mehê di mezatxaneyê de dê bê firotin û texmîn ew e ku di navbera 150-250 hezar dolarî de bê firotin.
Wênesaz Newell Convers Wyeth sala 1882'yan de hatiye dinê. Ew wekî wênesaz û îllustrator tê nasîn. Di sala 1945'an de li Pennsylvaniayê miriye.