Diyarname
Jina civaknas Îsmaîl Beşîkçî Leman Beşîkçî di 92 saliya xwe de îro serê sibê mir.
Îsmaîl Beşîkçî bi salan li ser kurdî ked da û ji ber vê yekê jî bi salan girtî ma. Jina wî Leman Beşîkçî jî bi salan ji derve ve xwedî li mêrê xwe derket û kedek mezin da. Leman Beşîkçî ku ji Erzeromê bû, ev demek bû li Enqereyê li nexweşxaneyeke dihat dermankirin lê îro xatir xwest.
Cenazeyê Leman Beşîkçî sibê piştî nîvro li Goristana Karşiyakaya Enqereyê dê bê definkirin.


