Diyarname
Di 22'yê avrêla 1898'an de rojnamegeriya kurdî dest pê kiriye. Ji wê rojê de em jî têde gelek rojnamegerên kurd dikin ku vê riyê bi serketî bidomînin.
Avakar û rêberê rojnamegeriya kurd Mîqdad Mîthed Bedirxan wê çaxê fikiriye pêdiviya kurdan bi rojnameyek heye û rojnameya "Kurdistan" li Qahîreya Misrê derxistiye. Loma jî ev roj li nav kurda wekî Roja Rojnamegeriya Kurdî tê qebûlkirin û pîrozkirin.
Îro gelek rojnamegerên kurd mixabin ji ber fikir û xebatên xwe yên rojnamegerî girtî ne. Di vê rojê de em avakarê rojnamegeriya kurdî Mîqdad Mîthed Bedirxan bi hurmet bibîr tînin, Roja Rojnamegeriya Kurdî li hemû rojnamegerên kurd pîroz dikin û hêvî dikin dê rojnamegerên me yên girtî jî gavek zûtir bêne berdan.