Qamişlo
8'emîn Mîhrîcana Hunera Zarokan dest pê kir. Mîhrîcan wê 3 rojan bidome.
Desteya Çand û Hunerê bi sponseriya Tevgera Hîlala Zêrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vê mîhrîcanê li dar dixe. Di mîhrîcanê de d stran, şano, wênexêz û karên hunera destan hene.
Mîhrîcan bi diruşma "Zarok ji bo azadiya biskên rêsayî ne" dest pê kir.
Mîhrîcan li Navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê ya li bajarokê Rimêlanê tê lidarxistin. 37 komên hunerî yên pêkhateyên Kantona Cizîrê dê tevli mîhrîcanê bibin ku temenên wan di navbera 8 û 15 saliyê de ne.
Komên zarokan di festîvalê de wê stranan pêşkêş bikin, lîstikên şanoyê bilîzin, govendan bigerinin û her wiha wêneyan çêbikin.
Li aliyê di çarçoveya mîhrîcanê de li Hesekê wê çalakiyên hunerî yên zarokan li dar bikevin.
Her wiha li gor bernameyê amadehî hene ku nava vê mehê li Helebê jî Mîhrîcana Zarokan li dar bixin.


