Diyarname
Kovara Time ligel xwendevanên xwe anketek amade kir û lîsteya 100 kesên herî bi bandor amade kir. Koma muzîka popê ya ji Başûrê Koreyê BTS carek din ket nav lîsteyê û di rêza yekemîn de cih girt.
Derketina nav muzîkê ya Koma BTS rastî 2010'an tê lê ew zêdetir ji sala 2013'yan ve têne nasîn û her ku diçe navdariya wan zêdetir dibe. BTS tê gotin lê dirêjiya wê "Bangtan Boys" e. Ew li dinyayê tê nasîn. Kom ji 7 kesan pêk tê. Kim Seok-Jin (Vokal), Suga (Rap), J-Hope (Dans/Rap), Rap Monster (Rap), Jimin (Dans/Vokal), V (stranbêj), Jungkook (Dans/Vokal) endamên komê ne. Wan di sala 2017 û 2018'an de jî di nav lîsteya Time ya 100 kesî de cih girtibû. Niha li ser twitterê 19 mîlyon şopînerên wan hene.
BTS'ê strana xwe ya nû "Idol" li youtube bar kiribû û di roja pêşî de 45 mîlyon car hatibû tikandin; bi vê yekê rekor şikandibûn. Rekora berê di destê Taylor Swift de bû ku "Look What You Made Me Do" 43,2 mîlyon car hatibû tikandin.
Par bi navê "Burn The Stage" belgefîlmekî li ser wan hatibû çêkirin û ev belgefîlm ji aliyê mîlyon û 400 hezar kesî ve hatibû temaşekirin. Ev bi we jî rekor bû.
Wan di sala 2016'an de di xelatên Muzîkê ya Melon de "Xelata Albuma Herî Serketî ya Salê" girt.


