Diyarname
Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropayê (DMME) di serlêdana Mehmed Hatîp Dîcle de Dîcle mafdar dît û cezayê pereyan li Tirkiyeyê birî.
Dicle gotareke nivîsî bû û di gotarê de gotibûn ku li herêmê kurd rastî komkujî û asîmîlasyonê hatine. Li ser vê yekê Tirkiyeyê der barê Dicle de doz vekiribû. Mehmet Hatip Dicle ev doz di sala 2004'an de biribû DMME'yê.
DMME'yê serîlêdana Dîcle bi dawî kir û Tirkiye bi cezayê pereyan mehkûm kir. DMME’yê di biryara xwe de eşkere kir ku, dewleta Tirkiyeyê 10’emîn xala azadiya fikir ya Hevpeymana Mafên Mirovan ya Ewropayê binpê kiriye. Li gorî biryarê dewleta Tirkiyeyê dê ligel mesrefên dadgehê, dê 4 hezar 500 Euro jî pere bide Dicle.